26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

NY bo Serok Barzanî: Spas bo we ku we cîhan rizgar kir

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Berpirsê Komîseriya 
 
Bilind a Penaberan a Neyeweyên Yekbûyî kir û di wê hevdîtinê de şanda 
 
mêvan ji Serok Barzanî re got: “Spas bo we ku we cîhan rizgar kir.”
 
Îro Yekşemê 13-3-2016 li Selahedînê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî 
 
pêşwaziya berpirsê komîsertiya penaberan ya ser bi NY Bruno Geddo û 
 
şandeke pê re kir.
 
Di civînê de şanda mêwan spasiya Serok Barzanî kir ku derfeta hevdîtina 
 
han afirandiye, şanda mêwan herwiha rêzdariya xwe jî ya li hember 
 
mêwanperweriya gelê Kurd û pêşwazîkirina penaberan diyar kir û dil vekirî 
 
bûna gelê Kurdistanê jî bi nimûneyeke baş ya hevkarî kirn û mêwandariyê li 
 
ser asta cîhanî wesif kir.
 
Şanda mêwan herwiha diyar kir ku rewşa penaberan li Kurdistanê de li gor 
 
rewşa penaberan li deverên din de baştire û herwiha spasiya hevkarî û 
 
hemahengiya hikûmeta Kurdistanê jî kir ku di warê cîhbicîh kirina erk û 
 
çalakiyan de pêşkêşî dezgehên ser bi NY kiriye.
 
Şanda mêwan herwiha spasiya Serok Barzanî û qurbanîdana hêzên 
 
pêşmerge di şerê dijî terorîstên DIŞIê de jî kir û herwiha destxweşî li Serok 
 
Barzanî û hêzên pêşmerge kir ku karîne weke xeta yekem ya bergiriyê bin li 
 
hember terorîstên DAIŞê de û ji Serok Barzanî re got: “Spas bo we ku we 
 
cîhan rizgar kir.”
 
Şanda mêwan herwiha behsa kar û çalakiyên xwe yên di warê hevkarî kirina 
 
penaberan de kir.
 
Li hember de jî Serok Barzanî rêzdariya xwe ya li hember erk û çalakiyên 
 
şanda mêwan bi taybetî di warê hevkarî kirina penaberan de diyar kir û 
 
herwiha spasiya wan kir û balkêşande ser rewşa jiyana penaberan û eşkere 
 
kir ku gelê Kurdistanê hevkarî kirina penaberan bi erkekî nîştimanî û însanî 
 
dizane lêbelê heta niha hikûmeta Iraqê di warê hevkarîkirina penaberan de 
 
erkê xwe cîhbicîh nekiriye û hikûmeta Kurdistanê jî li gor îmkan û karînên 
 
xwe hevkariya penaberan kiriye û cîhbicîh kirina tedbîrên ewlekarî jî bi tenê 
 
bo parastina rewşa ewlekarî ya wan deveran û penaberan bûne.

Nûçeyên têkildar