26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balyozê Rûsya tekez li ser hevxemiya welatê xwe bo Kurdistanê kir

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Rûsya Ilya Morgunov kir 
 
û di wê hevdîtinê de şanda mêvan tekez li ser hevxemiya welatê xwe bo 
 
Kurdistanê kir.
 
Îro Yekşemê 13/3/2016 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî 
 
pêşwaziya Balyozê Rûsyayê yê li Bexdayê Ilya Morgunov kir.
 
Di civînê de Morgunov bi awayekî giştî behsa siyaseta welatê xwe ya li 
 
Rojhilata Navîn, Sûriya û Iraqê bo Serok kir û eşkere kir ku mebest ji vê 
 
serdana han tekez kirin li ser hevsoziya Rûsyayê bo berdewam kirina 
 
têkiliyên navbera Rûsya û Kurdistanê ye û herwiha amade bûna Rûsyayê jî 
 
diyar kir bo hevkarî kirina hêzên pêşmerge di warê leşkerî de di şerê dijî 
 
terorîstên DAIŞê de.
 
Morgunov herwiha bi minasebeta bîranînên meha Adarê weke Newroz û 
 
jidayikbûna Barzaniyê Nemir pêşkêşî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir û bi 
 
rêzdarî behsa rola Serok Barzanî di fermandarî kirina şerê dijî terorîstên 
 
DAIŞê de kir û rêzdariya xwe jî ya li hember qurbanîdanên hêzên pêşmerge 
 
di şerê dijî terorîstên DAIŞê de diyar kir.
 
Li hember de jî Serok Barzanî hevdem li gel balkêşandine ser têkiliyên dîrokî 
 
yên di navbera her du gelên Kurdistan û Rûsyayê de, spasiya hevkariyên 
 
Rûsyayê jî kir.
 
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa qirîzên deverê û şerê 
 
dijî terorîstan kir û derbarê Sûriyayê de jî Serok Barzanî got: “Hewlesta 
 
Kurdistanê li ehmber aliyên Sûriya û hikûmeta Sûriyayê hewlesteke jiber 
 
doza reva ya gelê Kurd û qebûl kirin û nasandina mafên reva yên gelê Kurd 
 
e.”
 
Di berdewamiya hevdîtina han de behsa prosesa siyasiya Iraqê û pêşeroja 
 
Iraq û azadkirima Mûsilê jî hate kirin.
 
Her di civîna han de şandeke rayedarên kompaniya gazprom a Rûsî jî amade 
 
bû û behsa kar û çalakiyên xwe li Kurdistanê de bo Serok Barzanî kir.

Nûçeyên têkildar