26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: DAIŞ berdewam e li ser çekdargirkirina xelkê bin destê xwe

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî Şêwirmedê Encumena Ewlekariya 
 
Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulusê Rûsyayê yê li Iraqê kir û di wê 
 
hevdîtinê de ragihand ku DAIŞ berdewam e li ser çekdargirkirina xelkê bin 
 
destê xwe.
 
Îro 13ê Adarê Şêwirmedê Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr 
 
Barzanî pêşwaziya Konsulusê Rûsyayê yê li Iraqê Ilya Morgunov kir.
 
Di civînê de behsa pêşhatên dawî yên siyasî û leşkerî yên li Rojhilata Navîn, 
 
şerê dijî terorîstên DAIŞê, êrîşên asmanî yên Rûsyayê ên li Sûriya hate kirin.
 
Her di civînê de Mesrûr Barzanî behsa wan astengiyan kir ku lazime bo 
 
rêgirtin ji çûna çekdarên biyanî bo Sûriyayê werin çêkirin û eşkere kir ku ev 
 
astengiyên han her çend kem û bizehmet jî bûne lê belê hîn jî DAIŞ 
 
berdewam e li ser bi leşker wergirtina xelkê deverên bin desthilata xwe de.
 
Di berdewamiya civîna han de her du alî tekez li ser girîngiya bihêztirkirina 
 
têkiliyên dîrokî yên di navbera her du gelên Kurdistan û Rûsiyayê de kirin û 
 
Morgunov jî diyar kir ku Rûsya xwedan têkiliyên steratejîke li gel Hewlêrê û 
 
Rûsya bi girîngî li rewş û pêgeha Kurdistanê dirêne.
 
Her di civîna han de ku hijmareke rayedarên kompaniya Gazprom jî amade 
 
bûn kirîza darayî ya Kurdistanê û hewldanên heyî yên bo çareserî hatin 
 
şîrovekirin.

Nûçeyên têkildar