26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî nameyeke eşkere pêşkêşî serokên cîhanê kiriye

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî ji malpera Philly.com re ragihand ku 
 
sînorên Rojhilata Navîn tenê li ser kaxezan maye û li ser erdê rastiyeke din 
 
heye û dewleta Kurdistanê jî dê bibe giraveke aram di nava tevahiya 
 
Rojhilata Navîn de.
 
Malpera Philly.com di hevpeyvînekê de ligel Serokê Herêma Kurdistanê 
 
Mesûd Barzanî dibêje: Serok Barzanî nameyekî bilez ji hemû serok û 
 
rêveberên cîhanê re şandiye û di nameyê de Serokê Herêma Kurdistanê 
 
radigehîne, sînorê kevin ê rojhilata navîn tenê li ser kaxez hebûna xwe 
 
berdewam dike, lê di rastîiyê de heqîqetêkedin heye û divê ev heqîqet li ber 
 
çav bê girtin. Herwaha dibêje: ‘’Li gel tevlihewî û ne saxlemiya rojhilata 
 
navîn, xîlafeta Îslamî ya DAIŞê bi awayekî berfireh li Sûriyê û Iraqê hebûna 
 
xwe berdewam dike, naha demekî başe ku dûbare mirov berê xwe bide 
 
sînorên herêmê, lê ne wek 100 sal berî naha ku Brîtanya û Frensa herêm 
 
dabeş dikirin û bê ku ji kesekî bipirsin. Dive vê carê serok û rêveberên 
 
rojhilata navîn beşekbin ji vê piroseyê.’’
 
Serokê Herêma Kurdistanê diyar dike, hêvî dike, di dûbare dariştina 
 
rojhelata navîn de, dewleta serbixwe ya Kurdistanê bê damezrandin û ew 
 
dixwaze evsal referandûmê pêkbînin, ku gelê Kurdistanê nêrîna xwe ya di 
 
derbarê serxwebûnê de bê zanîn.
 
Peyamnêrê rojnameyê Trudy Rubin di raportê de dinîvîse: ‘’Dema Barzanî 
 
jibo wan diaxift, diyar kir sînorên rojhilata navîn tenê li ser kaxezê mane û 
 
naha li ser erdê ne pêkane û heqîqetekedin heye. Eva rewşa Iraqê ye ku tê 
 
dîtin. Dema rejîma Seddam Hisên têkçû, şer ê mezhebî di navbera Şîe û 
 
Sunne derket, li Sûriyê jî rejîm bi awayekî pir xirap di beşekê de li ser 
 
bingehê mezhebî bersiva xwepêşandanên aştiyane da. Her ew fitnegeriya 
 
mezhebî rê jibo DAIŞê vekir, ku di navçeyên Sunneyen de herdû aliyan, hem 
 
li Sûriyê, hem li Iraqê binkeyên xwe damezrand. Bi taybet di wan navçeyan 
 
de Sunne û Şîe li gel yek têkelin. Kesê nekarî wan ji yek cuda bike û ji ber vê 
 
kuştin berdewamin. Ji ber vê pêwîste ji yek bêne cudakirin. Lê ev cudakirine 
 
divê di çarçoveya herêmên Federal a nû de be. Yan jî cudakirinekî fermî be 
 
û divê rastî li ber çav bêne girtin.
 
Serokê Herêma Kurdistanê teqez kir, dewleta serbixwe ji bo Kurdan, piştî 
 
rêkevtina Lozanê ya di sala 1923 ê yê heta naha, hêvî û daxwaza Kurdane. 
 
Ew rêkevtine di navbera hevpeymaniya şer ê cîhan û Tirkiyê de piştî 
 
desthilatiya Osmaniyan hatiye îmze kirin û li gor belgeyên ku hene, ji 
 
Kurdan re soz hatine dayîn ku devletekî serbixwe li ser erdê wan bixwe wê ji 
 
wan re bê dayîn. Barzanî ragihandiye: ‘’Kurd piştî sala 1991ê ve, dema ku 
 
Amerîkayê herêm ji firokeyên rejîma Seddam re qedexe kir derfet ji bo 
 
Kurdan derket hole û heta radeyekî pir giring de bixwe xwe rêvebir. 
 
Herçend dibin ambargoyên aborî jî de bu û pirsgirêkên navxweyî yên 
 
Herêma Kurdistanê hebe jî, cîhê herî saxlem ê Iraqê bu û rolekî mezin di 
 
têkşikandin û paşde kêşana DAIŞê de girte serxwe û pêşwaziya bi dehan 
 
hezar penaberên Xirîstiyan û Êzdiyan kir.’’
 
Serok Barzanî piştrastiyê dide hemû cîhanê ku, ew dewleta serbixwe ya li 
 
Kurdistana Iraqê damezrêt wê bibe giravekî saxlem a temamî rojhilata 
 
navîn.

Nûçeyên têkildar