26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Deyvid Şînger: Herêma Kurdistanê hemû mercên dewletê tê de hene

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Deyvid Şînger, berpirsê pirograma siyaseta Rojhilata

Navîn li peymangeha Waşitinê ragehand, Herêma Kurdistanê hemû mercên

dewletê têde hene û mafê xelkê Kurdistanêye di rîfrandomekê de biryarê li

ser çarenivîsa xwe bidin.

 

Deyvid Şînger, di hevpeyvîneka tayebet de bo ragehand: “Başûra Kurdistanê

wek welatekê serbxweye, hêza serbazî heye û ji Bexdayê bûdce bo nahê,

lew kareka gelek asayîye xelkê Kurdistanê rifrandomê bo serxwebûnê

encam bidin.”

 

Herweha Deyvîd Şînger got jî: “Amerîka giringîyê bi vê mijarê dide çunku

Kurd hevpeymanekê bi hêza Emerîkayêye. Hevdem bo Emerîkayê girinege

helwîsta Turkîyaya hevpeyman û endamê Natoyê bizane dê çi be. Lê

bêguman bo Turkîyayê gelek baştire li wê devera arahayî di navbera  Daiş û

Îraqê de hevsûyeka aştîxwaz û modêrna wek Kurdistanê hebe.”

 

Herweha Deyvid Şînger dibêje jî: “Niha gêngeşeyeka gelek rijt û giring heye

di navbera  Turkîyayê û Ewrûpayê û Natoyê  li ser koçberan û bi endambûna

Turkîyaê di Yekêtîya  Ewrûpayê de û yek ji mercên Ewrûpayê jî vebûna

Turkîyayê û dana maf û azadîyane. Lew  bawer nakim Turkîya evê delîveya

zêrîn ji dest xe bide.”

Kurdistan 24

Nûçeyên têkildar