26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyama Serok Barzanî careke din dilê serxwebûnxwazan xweş kir

Çavkanî: KDP.info

Amed-KDP.info- Tevgera Ciwanên Kurdistanê (TCK) derbarê peyama Serok Barzanî de li ser serxwebûna Kurdistanê de, ragihand ku wê peyamê careke din dilê serxwebûnxwazan xweş kir.

TCKê di daxuyaniyekê de rafihand: “Cenabê Serok Mesûd Barzanî di axaftina xwe ya 19. xûla perwerdeya kadroyên Partîyê de bi awayeke eşkere û zelal anî ziman ku tu carî ew dev ji mafê serxwebûnê/dewletbûnê bernade û hemû xebata wan jî bo vê armancê ye.”

Li gorî TCKê, “Ji dema ku terorîstên DAIŞê derketine holê û Pêşmergeyên qehreman bi şerekî bêhempa terorîstan şikandin, hemû dewletên cihanê berê xwe dan Kurdan û dest bi pesindayîna Kurdan/Pêşmergeyan/Serok Barzanî kirin. Lê di heman demê de kengî pirsa dewletbûna Kurdistanê dihate rojevê, helwestên nezelal nîşan didan û daxuyaniya wan a rojeke bi ya roja din re hev nedigirt.”

TCKê wiha got: “Ji helwesta wan xuya bû ku dixwazin Kurd li ser navê hemû cihanê bi terorîstên hov re şer bikin, ew jî pişta me miz bidin û em qala serxwebûn/dewletbûna xwe nekin.”

Herwiha TCKê wiha domand: “Cenabê Serok Mesûd Barzanî helwesta xwe li hember vê rewşê nîşan da û peyamek da bo cihanê. Di heman demê de careke din dilê serxwebûnxwazan xweş kir.”

Tevgera Ciwanên Kurdistanê ragihand: “Cenabê Serok di axaftina xwe de eşkere dike ku ger rijandina xwîna me ne di rêya serxwebûnê de be, xwîna me wê heder biçe û di heman demê de diyar dike ku vê carê tenê ji bo serxwebûnê xwîn hatiye rijandin.”

Li gorî TCKê, “Peyama Cenabê Serok hişyariyeke bo dewletên cihanê û şiqameke li rûyê dewletnexwazên Kurdistanê. Em ji ber vê helwesta wî Cenabê Serok pîroz dikin. Em dizanin ku ev helwest wê me bike xwedî dewlet.”

Serok Barzanî di axavtina xwe de bi zelalî amaje bi mijara serxwebûnê kiribû  û ragihandibû: “Min pêştir amaje bi wê yekê kiribû, ku eger vê care xwîna me birrije, tenê dê bo serxwebûnê be. Ji ber wê jî em gerek her vê yekê bikin û ew hemû xwîna ku hatiye rijandin, em nahêlin bi heder biçe.”

Barzanî herwiha gotibû: “Serxwebûn mafê me ye û me kar bow ê yekê kiriye û em nawestin. Giring nîne kê dê (serxwebûnê) rabigihîne, eger zarokek jî be. Emê destxeşiyê li her kesî bikin ku piştevaniya me bike daku em bikarin bersiva dayika şehîdekî bidin, eger got xwîna kurê min çima rijiya.”

Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a axavtina xwe de tekezî li ser wê kir, ku ew ne bi dilê Îranê, ne bi dilê Tirkiyê û ne jî bi dilê Amerîkayê naaxive û ragihand, ku Kurd xwediyê dozekê ye û dest ji wê doza xwe bernade.

Serok Barzanî wiha gotibû: “Ez naçim Îranê axavtinekê bikim û biçim Enqerê jî bi dilê wan biaxivim. Heta min ji Amerîkayê re jî got, ku em xwediyê doza xwe ne, ji ber wê jî yan divê em hemû ji nav herin, yan vê carê me xwîn bo serxwebûnê rjandiye.”

Nûçeyên têkildar