Rojavayê Kerkûkê.. Pêmerge êrişeke DAIŞê têk birin

Kerkûk-KDP.info- DAIŞê li Kerkûkê êrişeke xwekujî li dijî Pêşmerge pêk anî. Fermandeyekî Pêşmerge jî ragihand, eger Pêşmerge zû pê nehesiyaba dê gellek ziyan dîtiba.
Fermandeyê Pêşmerge li eniya rojavayê Kerkûkê, Kemal Kerûkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Berbanga sibeha îro çekdarên DAIŞê li başûrê rojavayê Kerkûkê bi çend xwekujan êrişî cihê fermandehiya Pêşmerge li wir kirin lê êrişa wan hat şikandin.”
Kemal Kerûkî li ser wê êrişê got, çekdarên DAIŞê êrişeke xwekujî kirin lê êrişa wan ji aliyê pêşmergeyên mêrxas ve hat şikandin.
Kemal Kerkûkî da zanîn ku termê kuştiyên DAIŞê ketin destê Pêşmerge û got, eger Pêşmerge zû bi wê êrişa DAIŞê nehesiyaba dê ziyanek mezin gihîştiba Pêşmerge.




