26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mîranî: Şemiyê emê ligel YNKê bicivin..Emê li ser xalê hevbeş kar bikin

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku ewê 
 
roja Şemiyê ligel YNKê bicivin û da zanîn ku xalên hevbeş di navbera wan de 
 
gelek in, lewma ewê wan xalan deynin ber hev û kar li ser bikin.
 
Fazil Mîranî Sekreterê Polîtburoya PDKê di daxuyaniyekê de ragihand: “Di 
 
civîna me de ligel YNKê de, emê xalên hevbeş bikin nexşerê bo kar û emê 
 
xalên cuda jî bikin bingeha pêkvebûnê.”
 
Mîranî wiha got: “Jibilî xalên cuda di navbera me û wan de, di nava YNKê bi 
 
xwe de jî xalên cuda hene, lê emê kar li ser xalên hevbeş bikin.”
 
Derbarê egera pêkanîna hikûmeteke piraniyê bi beşdariya PDK û YNKê, 
 
Mîranî wiha domand: “Hêj ji wê pirose yê re maye û niha em li hêviya 
 
hevlên Goran in.”

Nûçeyên têkildar