Hêmin Hewramî: Bila NY Helwesta Xwe Diyar Bike

Duhî Berpirsê peyvendiyên Derve yên partiya demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî bi Berpirsê ofîsa NY yê li Kurdistanê re civiya.
Di hevdîtineke de Berpirsê peyvendiyên Derve yên partiya demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî daxwaz ji Berpirsê ofîsa NY yê li Hewlêrê kir daku, NY li hember meseleya hêzên operasiyonên Dîcleyê de helwestên xwe diyar bike.
Hewramî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, li gorî destûra bingehîn ya Îraqê Serokwezîrê vê welatî nikare ti hêzek leşkerî damezrîne jiber ku, li gorî qanûna Parêzgehan ya sala 2008 an dibe her Parêzgeh li hember dosyeya ewlekarî ya xwe de berpirsiyar be û nabe di vê warî de Artêşa Îraqê were bikaranîn.
Çavkanî herwiha diyar kir ku, damezrandina hêzên Operasiyonên Dîcleyê û pirçek kirina wan hêzan bi çekên curbicur û cîhgir kirina wan hêzan li Deverên weqetandî de li dijî madeya 140 ya destûra bingehîn ya Îraqê ye û ji aliyê xelkê Kurdistanê ve tê redkirin.




