26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bermîla petrolê bibe bi 50 dolarî dê pirsgirêka mûçeyan çareser bibe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Mamostayê zanîngehê Dr. Aras Xoşnaw dibêje eger nirxê

yek bermîl petrol 50 dolarî derbas bike, dê li Herêma Kurdistanê pirsgirêka

dana mûçeyê fermanberan çareser bibe û pêşbînî dike ku heta meha 6ê

nirxê petrolê bigihê wê astê.

Dr. Aras Xoşnaw ji malpera KDP.info re ragihand: “Çend sedem bûne

sebeba bilindbûna nirxê petrolê, wek kêmbûna petrolê di bazarên cîhanê

de. Nirxê pir kêm bibû, lewma welatan hinardina xwe kêm kiribû. Herwiha

rêkeftina Rûsya ya vê dawiyê ligel welatên opêk bandora xwe li nirxê

petrolê kir. Ji aliyekî din ve sedema daketina nirxê petrolê siyasî bû, ku niha

navbera Amerîka û Rûsya baş dibe û nirxê petrolê zêde dibe.”

Wî mamostayê zanîngehê pêşbînî kir ku heta meha 6ê nirxê bermîla petrolê

50 dolarî derbas bike û heta dawiya vê salê jî bibe 60 dolar. Eger nirxê

petrolê bibe 50 dolar Herêma Kurdistanê dê karibe mûçeyê fermanberan

bide.

Nûçeyên têkildar