Li Geverê jî şer dest pê kir..Li Dêrsimê herêmên leşkerî hatin ragihandin

Amed-KDP.info- Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî şer di navbera hêzên
Tirkiyê û şervanên PKKê de derket. Li Dêrsimê jî 13 navçe û dever wek
“herêmên leşkerî û qedexe” hatin ragihandin.
Duh li navçeya Geverê ya Colemêrgê şer û operasiyon dest pê kir. Li taxa
Esenyûrtê, kesekî sivîl hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Li gorî agahiyan, li çend taxên Geverê hinek medrese hatine valakirin û
leşkerên artêşa Tirkiyê tê de bicîh bûne. Dora bajêr jî bi otomobîlên zirhî û
tankan hatiye girtin.
Li gorî medyaya Tirkiyê, veguhestina hêz û cebilxane bo Geverê heta niha jî
didome.
Hîn li Geverê qedexeya derketina derve nehatiye ragihandin lê şer û
pevçûnan dest pê kiriye.
Ji aliyekî din ve, piştî Çewlîk, Xerpêt û Mêrdînê, li Dêrsimê jî 13 navçe û
dever wek herêmên leşkerî û ewlekariyê hatin ragihandin.
Walîtiya Dêrsimê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku wê 13 navçe û
deverên Dêrsimê ji 1ê Adarê heta 1ê Îlonê weke deverên leşkerî û
ewlekariyê bên ragihandin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew biryar ji bo “bidawîkirina bûyerên
terorê” ye û wê li van deveran çûnhatin di bin kontrola hêzên ewlekarî û
leşkerî de be.




