26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Pêşmerge 40 cureyên mayînan pêşan dan

Çavkanî: KDP.info
 
Xazir-KDP.info- Hêzên Pêşmerge, 40 cureyên mîn û teqemeniyên DAIŞê yên 
 
ku hatine pûçkirin, di pêşangehekê de pêşan dan.
 
Fermandeyê tîma pûçkirina mînên DAIŞê li eniya Xazirê, Mihemed Kakeyî ji 
 
malpera KDP.info re got, heta niha herî kêm 11 hezar mîn û bombeyên 
 
DAIŞê hatine pûçkirin û teqandin. 
 
Li eniya Xazir, beşek ji wan mîn û bombeyên DAIŞê yên ku hatine pûçkirin, 
 
di pêşangehekê de hatin nîşandan.
 
Mihemed Kakeyî got, DAIŞê teknîkek sade di çêkirina wan mînan de bikar 
 
aniye.
 
Fermandeyê Pêşmerge li eniya Xazirê, Sîhad Barzanî jî li ser pûçkirina mînên 
 
DAIŞê got, tîmên pûçkirina mînan karîne derdora 700 km ji mîn û bombeyên 
 
DAIŞê pak bikin.

Nûçeyên têkildar