Peter Van Buren: Dewleta Kurdistanê pêwîst e

Hewlêr-KDP.info- Ajansa Reuters a amerîkî gotareke Peter Van Buren
derbarê 100 saliya Saykis Bîko belav kiriye û tê de tekez li ser pêwîstiya
avakirina dewletekê bo gelê kurd dike.
Di gotarekê de di bin navê (Dema peymanameyeke nû ye bo xêzkirina
sînorên Rojhilata Navîn) dibêje, bo çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn,
Amerîka û Rûsya û Îran, pêdviya wan bi hevahengiyeke leşkerî heye.
Bi baweriya nivîskar, di encama gotûbêja hemelayene de, jibilî avakirina
dewletekê bo kurdan ku tê de hemû mafên neteweyî parastî bin, pêwîst e
di wan gotûbêjan de cihek bo dewleta îslamî jî bê diyarkirin, bi mercekî ku
ew dewlet bibe welatek bo suniyên ereb û ew yek serweriya DAIŞê sînordar
dike û ji aliyê jografî ve çarçoveyek jê re diyar dike.
Peter Van Buren nivîskarê pirtûka (Çawa ez bûme sedemek bo şikandina
şerekî bo xelkê Iraqê) ye. Fermandarê berê yê Wezareta Derve ya Amerîka




