26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Amed.. Partiyên Bakur ji bo agirbestê dest bi xebateke din kirin

Çavkanî: KDP.info
Amed-KDP.info- 6 partiyên Bakurê Kurdistanê ku xwe wek “Partiyên 
 
Kurdistanî” didin nasîn, ji bo sekinandina şerê li Bakurê Kurdistanê, dest bi 
 
xebatên dîplomatîk kirin. 
 
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), 
 
Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Hereketa Azadî, PDKa Bakur û PAKURD 
 
dest bi xebatên dîlplomatîk ji bo sekinandina şerê li Bakurê Kurdistanê 
 
kirin. 
 
Partiyên han ku xwe wek “Partiyên Kurdistanî” didin nasîn, dibêjin, dê 
 
destpêkê bi rayedarên Sefareta Amerîkayê re rûnên paşê jî ji sefaret û 
 
dîplomatên Ewropî bixwazin ku guvaşê li Tirkiye û PKKê bike ji bo 
 
sekinandina şer. 
 
Serokê OSPê Sînan Çîftyûrek li ser vê yekê got, em gaveke dîplomasiyê didin 
 
destpêkirin. Emê bixwazin bi çavên me ew mijara kurd û Kurdistanê 
 
pirsgirêkên li Bakur û Tirkiyê fêm bikin. 
 
Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadiyê Sidqî Zîlan jî li ser vê xebata dîplomatîk 
 
axivî û got, emê ji wan bixwazin ku hikûmetê û PKKê razî bikin ku şer bidin 
 
sekinandin. Di şûna şer de bila bixwazin herdu alî girîngiyê bidin mase, 
 
diyalog û rêyên siyasî. 
 
Serokê Giştî yê PAKê Mistefa Ozçelîk jî nêrîna xwe li ser vê yekê anî ziman û 
 
got, emê ji wan welatan bixwazin pêvajoyeke nû bê destpêkirin. Ev pêvajo jî 
 
divê weke berê nebe. Pêwîst e hemû partiyên kurdan di van hevdîtinan de 
 
bin û garantoreke navneteweyî jî di vê pêvajoyê de cih bigre.

Nûçeyên têkildar