26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Siyasetmedarê kurd Yaşar Kaya jiyana xwe ji dest da

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarê navdar ê kurd Yaşar Kaya di temenê 78 
 
saliyê de jiyana xwe ji dest da.
 
Siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê Yaşar Kaya, ku ev çend roj bûn li Hewlêrê 
 
bû, jiyana xwe ji dest da.
 
Çend roj berê Yaşar Kaya li nexweşxaneya Par a Hewlêrê de hatibû razandin 
 
û roja îniyê (4ê mehê) jî hatibû derxistin.
 
Yaşar Kaya li mala xwe ya li Hewlêrê xatirê xwe ji jiyanê xwast.
 
Kaya, ku ji ber xebatên siyasî neçar mabû derbasî Ewropa bibe, pêrar 
 
vegeriyabû Tirkiyê û li Stenbolê bicîh bibû. Kaya 20 roj berê ji Tirkiyê 
 
vegeriyabû Hewlêrê.
 
Yaşar Kaya kî ye?
 
Sala 1938ê li bajarokê Îdirê yê girêdayî bajarê Agirî yê Bakurê Kurdistanê ji 
 
dayîk bibû. Kaya sala 1959ê dema di beşa aborî ya Zanîngeha Stenbolê de 
 
dixwend, bi 48 kesan re hat girtin lê piştî sal û nîvekê hat berdan. Navê 
 
dosyaya wan wek “Doza 49” hat binavkirin û 10 salan dom kir. Sala 1965ê 
 
dersa xwe xilas kir.
 
Yaşar Kaya, sala 1968ê li ser heman dosyayê ji bo bajarê Konyayê hat 
 
sirgûnkirin lê di heman salê de dîsa vegeriya Stenbolê. Kaya li Stenbolê di 
 
gellek şîrketan de kar kir û bi bazirganiyê re mijûl bû. Sala 1991ê bû Serokê 
 
Giştî yê Partiya Demokrasiyê (DEP). DEP sala 1994ê ji aliyê dewletê ve hat 
 
qedexekirin û hilweşandin. Ji ber doz û xebata siyasî, neçar ma biçe 
 
Ewropayê û li wir Parlamentoya Kurdistanê li Derveyî Welat (PKDW) ava kir.
 
Yaşar Kaya, ji sala 1994ê heta sala 2014ê li bajarê Frankfurtê yê Almanya 
 
ma, paşê derbasî Hewlêrê bû. 17ê Nîsana 2014ê jî vegeriya Tirkiyê.

Nûçeyên têkildar