Arîç ligel Beşîkçî stranek li ser Kurdistanê çêkirin

Hewlêr-KDP.info- Civaknasê navdar ê Tirk Îsamil Bêşikçî beşdarî di starneka
Kurdî de dike ku li ser avabuna dewleta Kurdî ye û dibêje: “Ez zanim dê
Kurdistan çêbe.”
Ew stran ku hat belavkirin, strana hunermendê navdarê ê Kurd Nîzamettîn
Arîç û Bêşikçî û Eskerê Boyik ku nivîserekê navdarê Kurdên Ermenîstanê ye
pişikdarî di vê stiranê de kirîne.
Nizamettîn Ariç xelkê bakûrê Kurdistanê ye û 20 elbûm bi zimanê Kurdî û
Turkî hene. Li sala 1979 bi egera stirîna Kurdî ji alîyê dadgeha Tirkiyê ve
biryara zîndanîkirina wî derkevt, ew jî naçar bû ber Elmanyayê biçe û li
Berlînê bimîne.




