26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hewlêr, konsulên biyanî ji bo Şingalê dicivîne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî dê li ser nûavakirina Şingalê bi konsulên welatên biyanî yên li Kurdistanê re hevdîtin bike.


Qayîmqamê Şingalê Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: Îro li Hewlêrê Wezîrê Navxwe Kerîm Şingalî, berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Felah Misteffa û qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl dê bi konsulên welatên biyanî re bicivin.

Mehma Xelîl û got, ew dê li ser nûavakirina bajarê Şingalê gotûbêj bikin.

Nêzîkî 5 mehan bajarê Şingalê ji destê DAIŞê hatiye derxistin. Li gorî rayedarên Kurdistanê, Şingal wêran bûye û %70 avahî û jêrxana bajêr hatiye hilweşandin.

Şingal roja 3ê Tebaxa 2014ê ketibû destê DAIŞê lê roja 13ê Mijdara par ji aliyê Pêşmerge ve û bi fermandehiya Serok Barzanî hat rizgarkirin.

 

Nûçeyên têkildar