26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge êrişeke DAIŞê Hewlêrê şikand..Lawaz bûne

Çavkanî: KDP.info

Guwêr-KDP.info- Cîgirê Serperiştyarê Eniya Guwêr-Mexmûr ragihand ku Hêzên Pêşmerge li devera Guwêrê li nêzîkî Hewlêrê, êrişeke DAIŞê şikandin.


Dr. Aras Heso Mîrxan ji malpera KDP.info re ragihand, nîvê şeva borî terorîstên DAIŞê êrişî çeperên Pêşmerge yên li navçeya Keşaf a devera Guwêrê ya Hewlêrê kirin lê di demeke kurt de êrişa wan hat şikandin.

Mîrxan derheqê asta êrişê de jî got, çekdarên DAIŞê pir lawaz bûne û ew yek di êrişa wan de diyar bû ji ber ku rastî bersiva tûj a Pêşmerge hatin. Bi wan êrişan tenê dixwazin bêjin em hene.

Wî fermandeyê Pêşmerge derheqê ziyanên DAIŞê de jî got, me nezanî DAIŞê çiqas ziyan dîtiye, lê xwîna wan li cihê şer maye.
 
Nahiya Guwêrê nêzîkî bajarê Hewlêrê ye û girêdayî bajarokê Mexmûrê yê Başûrê Kurdistanê ye.
 

Nûçeyên têkildar