26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sêwkanî: PKK metirsî ye..Bûye mîkutê destê dijminê Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Silêmanî-KDP.info- Siyasetmedar û Pispor di warê Îslamî de Soran Sêwkanî dibêje, PKK têkelî hinek hêzên navdewletî û herêmî bûye û bûye wek mîkutekî di destê dijminê Kurdistanê de bo lêdana ezmûna Herêma Kurdistanê.

Soran Sêwkanî ji Kovara Gulan re ragihand: “PKK têkelî hinek hêzên navdewletî û herêmî bûye. PKKê bi 2 reftarankar dike hem bûye wek mîkutekî di destê dijminê Kurdistanê de bo lêdana ezmûna Herêma Kurdistanê û hem jî bi xwe guvaşê dirust dike da ku hinek destkeft bidest bixe.”

Sêwkanî ragihand: “PKKê di bin guvaşa hêzeke derve de gefa teqîna boriya gaza Kurdistanê dixwe û herwiha armanca wê ji gihandina ziyanê ye bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Bila PKKê dest ji wan gefên xwe li ser Başûrê Kurdistanê berde û hêvîdar im PKK nebe çakuç û mîkutek di destê dijminan de û xwe neke ew metirsiya ku ez naxwazim behsa wê bikim. Ji ber ku wê metirsî li ser Kurdistanê dirust kiriye û dixwaze astengiyan ji Kurdistanê re derxîne. Herwiha ew ligel Hikûmeta Iraqê û Îran û Hikûmeta Sûriyê rêkeftinan dike û li ezmûna Herêma Kurdistanê dide.”

Wî siyasetmedarî wiha got: “Beşek mezin ji wan şerên ku PKKê dike pêwendiya wan bi ti pirensîp û ti mebdean tune ye. Balê leşkerî yê PKKê difikire ku eger ew şer nekin dê bêqîmet bibin. Ew şer bi qasî li dijî Herêma Kurdistanê ye, ewqasî li dijî Ebdullah Ocalan e jî. Ji ber ku Ocalan û Damîrtaş dixwestin bi siyasetê tiştekî ji Bakurê Kurdistanê re bikin lê PKKê nehişt û dest bi şer kirin.”

Nûçeyên têkildar