26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Husên Medenî: PKK bela ye..Qet di berjewendiya gelê kurd de kar nekiriye

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Polîtburoya Hizba Demokrat a Kurdistanê 
 
Husên Medenî ragihand ku ligel ragihandina dewleta serbixwe ya kurdî dê 
 
hevsengî têk biçe, lewma jî pir girîng e ku ew kurdatetiyê bikin ne 
 
hizbayetiyê. Herwiha dibêje PKK bela ye bo tevgera rizgarîxwaz a 
 
Kurdistanê, ji ber ku girêdayî hizrekî felsefî siyasî û aydelojî serdema Stalîn e 
 
û dîktatoriyeke mezin e û kesekî din qebûl nake.
 
Husên Medenî, ew pirsgirêkên ku li Rojhilata Navîn hene, ne tenê rastî 
 
kurdan hatine. Lê belê Îran jî yek ji wan welatan e û çendîn pirsgirêkên wê 
 
hene û bi asanî jê derbas nabe.
 
Wî Şêwirmendê Polîtburoya Hizba Demokrat a Kurdistanê ji Kovara Gulan re 
 
ragihand, ji dema perçekirina Kurdistanê û heta niha ti demê wek niha 
 
herçar dewletên dagîrkerên Kurdistanê wek niha nebûne dijî hev û ew dem 
 
çû ku dîsa hevpeymaniya ligel hev girê bidin. Ji ber ku niha pirsgirêkên 
 
herçar welatan hene. Îran li navçeyê li hemberî ereban lawaz dibe, û ne di 
 
berjewendiya Amerîka de ye ku Îran li navçeyê wisa lawaz bibe.
 
Derbarê biryardana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo 
 
lidarxistina referandûmê li Başûrê Kurdistanê û giringiya wê û zemînesazî bo 
 
serxwebûna Kurdistanê, Husên Medenî ragihand ku, beriya niha jî 
 
referandum hatibû kirin û xelkê gotina xwe gotibû û daxwaza serxwebûnê 
 
kiribûn. Herêma Kurdistanê bê ku serxwebûna xwe rabighîne wek 
 
dewleteke dîfakto li cîhanê tê naskirin û tişta ku maye ku aboriya wê jî bibe 
 
serbixwe û budceya xwe peyda bike.
 
Husên Medenî wiha got: “Ji roja ku Barzanî ragihandiye ku ewê 
 
referandumê lidar bixin û heta niha, medya û ragihandinên Îranê êrişên 
 
nerewa dikin ser Barzanî û PDKê û sedema wê êrişê jî ew e ku ligel 
 
serxwebûna Kurdistanê dê hevsengiya navçeyê têk biçe û eger em bi jîrane 
 
kar nekin emê jî rastî pirsgirêkan bibin. Herwiha baş bû ku Serok Barzanî 
 
niha behsa referandumê kir. Pêwîstî bi karê dîplomatîk heye ji ber ku Îran bi 
 
bername kar dike û pêngavan davêje. Pir girîng e ku niha em kurdayetiyê 
 
bikin, ne hizbatiyê.”
 
Medenî wiha domand: “Partiyên Rojhilatê Kurdistanê rêz li serweriya 
 
Hikûmeta Herêma Kurdistanê digirin, lê PKK ku îdia dike ew partiyeke 
 
kurdistanî ye, ni eşkere dijayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û 
 
astengiyan ji pêvajoya serxwebûna Kurdistanê re derdixe. Em matmayî 
 
namînin dema ku PKKê dijayetiya Kurdistanê û serxwebûnê dike, ji ber ku jê 
 
ne tiştekî xerîb e. PKK bela ye bo tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê ji ber ku 
 
girêdayî hizrekî felsefî siyasî û aydelojî serdema Stalîn e û dîktatoriyeke 
 
mezin e û kesekî din qebûl nake. Dema aliyekî dibîne ku ne ligel nêrîna wê 
 
ye di cih de şerê wê dike û şirîkatiya ti alî qebûl nake. PKK bi heman wê 
 
tundiya beriya 30 salî helwestê dike. Herwiha wek Mafyaya madeyên hişbir 
 
tên naskirin û Îran wê li dijî Tirkiyê bikar tîne. PKK qet di berjewendiya gelê 
 
kurd de kar nekiriye û tenê armnaca wê tevlihevî ye. Ne ligel dewleta kurdî 
 
ye û li dijî ala Kurdistanê ye. PKK ne partiyeke netewî ye.”

Nûçeyên têkildar