26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Pirsgirêk neyên çareserkirin wê di paşerojê de rêxistinên wek DAIŞê derkevin

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê 
 
Mesrûr Barzanî dibêje; çekên Pêşmerge gelekî kevinin, ev yek jî cihê 
 
mixabiniyê ye, jiber ku hemû alî pesnê Kurdan didin ku ew karîgertirîn hêze 
 
li ser zevî li dijî DAIŞê, lêbelê dema mesele tê ser pirçekirina Kurdan ku, me 
 
çend caran daxwaza çekên giran kirye lê heta niha nehatine wergirtin.
 
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêje; 
 
çekên PÊşmerge gelekî kevinin, ev yek jî cihê mixabiniyê ye, jiber ku hemû 
 
alî pesnê Kurdan didin ku ew karîgertirîn hêze li ser zevî li dijî DAIŞê, lêbelê 
 
dema mesele tê ser pirçekirina Kurdan ku, me çend caran daxwaza çekên 
 
giran kirye lê heta niha nehatine wergirtin.
 
Mesrûr Barzanî  di hevdîtinekê de ligel telvîzyona Vice ya Amerîkî careke din 
 
tekezî li ser pirçekirina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û têkşikandina 
 
terorîstên DAIŞê û girîngiya çareser kirina nakokiyên siyasî yên navçeyê û 
 
ragehand eger çareseriyek guncaw neyê dîtin wê di paşereojê de girûpên 
 
wek DAIŞê derkevin hole.
 
Derbarê berpirsiyaretiya Civata Navdewletî beramberî pirçekirina Hêzên 
 
Pêşmergeyên Kurdistanê bi çekên karîger û pêşkeftî Mesrûr Barzanî got: 
 
“Çekên Pêşmerge gelekî kevnin, ev jî cihê mixabinyê ye, jiber hemû kes 
 
pesnê Kurdan dide ku ew hêza herî karîgere li dijî DAIŞê, lêbelê heger dibe 
 
mijara pirçekirina Kurdan, ku ewv çend car em daxwaz dikin, lêbelê heta 
 
niha me çekên giran newergirtine.”
 
Herwiha got: “Bi nerîna min ev berpirsiyaretiya Civata Navdewletî ye, ku çi ji 
 
destê wan bê gerek bikin û Kurdan pirçek bikin, jibe rem şer dikin û xwînê 
 
dirjînin û qurbaniya didin û pêdawîstiya me bi tenê çekin.”
 
Derbarê şêwazê gihiştina çekan Mesrûr Barzanî got: “Hemû çekên ku têne 
 
şandin, divê destpêkê biçin Bexda, ligel rêza me, lê Artêşa Iraqê ku niha 
 
hewldidin ku çend serkeftinan bi destbixin, lêbelê heger em bala xwe bidinê 
 
em dê bibînin heta niha Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê karîgerîtirin di şerê 
 
li dijî DAIŞê, lê belê ligel wê jî em famnakin çima ev rotîn bo çi? Çima divê ev 
 
pêdawîstiyên leşkerî pêşî biçin Bexda û rastrast neyên Kurdistanê?
 
Derbarê mabûna bêhtir ji wilo ya çekdarên DAIŞê Mesrûr Barzanî got: 
 
“Çendî DAIŞê bêhtir bimîne, gef mezintri dibin, rojane em Pêşmergeyên 
 
bêhtir ji dest didin, jiber wê yekê ku heta ku DAIŞê li navçeyê bimîne ew 
 
dikare çekdaran box we peyda bikin û metirsiyê li ser me ya jî li ser her 
 
kesekî pêbîne.
 
Derbarê paşeroja DAIŞê, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma 
 
Kurdsitanê got: “Heger em hêz DAIŞê ya niha beramberî hêza wan ya 
 
destpkê bikin, bê goman niha ew bihêztirn, lê heger em niha bermberî çend 
 
mehên derbasbûyî bikin, em dikarin bêjin ku DAIŞê gelek deverên xwe 
 
jidest dane, lewma ti gomana min tine ku wê DAIŞê ji aliyê leşkerî ve têbişkê 
 
heger ev xwestek hebe û Civata Navdewletî bi temamî were ser xetê û di 
 
şerê li dijî DAIŞê de rijd bin.”
 
Sebaret bi sedemaên derketina rêxstinekê wek DAIŞê Mesrûr Barzanî got: 
 
“Heger vegerin û binrin bê ka çima DAIŞê li vê deverê heye û sedemên wê 
 
çine? Em dê bibînin ku sedemên vê yekê siyasî ne, neserkeftinê siyasî û 
 
emnî û abûrî rêxistinên wek DAIŞê tînin holê, heger DAIŞê were têkşikandin 
 
jî û nakokiyên siyasî ji kok ve neyên çareser kirin û rêxistinên mîna DAIŞê 
 
carek din peyda bibin.”

Nûçeyên têkildar