Daxuyaniya civîna PDK û YNKê bi seropkatiya Serok Barzanî

Hewlêr-KDP.info- Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimanî ya
Kurdistanê li Selahedînê bi Serokatiya Serok Barzanî civiyan û herdu aliyan li
ser çendîn xalên serekî jibo çaresr û daxwazên gelê Kurdsitanê û parastina
ezmûna Herêma Kurdistanê kok bûn, tevî çend nerînên cuda jî lê belê
tekezî li ser hevpeymanî û hemahingiya di navbera herdu aliyan de û di
navbera wan û partiyên din de hate kirin
Tekestaê ragehandina herdu partiyan piştî civînê:
Roja Yekşemê 6 Adarê 20106 Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya
Niştimaniya Kurdistanê (YNK) civiyan.
Di civînê de herdu aliyan pîrozbahiyek gerim arasteyî gelê Kurdistanê,
Pêşmergeyên qehreman û malbatên şehîdan kirin bi boneya Raperîna
mezin a gelê Kurdistanê û bi boneya bîranîn û serkeftinên meha Adarê.
Herwiha di vê bîranînê de rêkeftina xiyanetî ya Adara 1975 di navbera Şahê
Îran û Sedam Husên de ku planek gelekî tirsnakbû li dijî gelê me şermezar
kirin, civînê ew serkeftin û karesetên bi sere milet hatî wek handerekê jibo
parastina ezmûn û destkeftiyên gelê me û tundkirina rûbirûbûna dijminên
gelê me bi taybet çekdarên DAIŞê ku dijî jiyan û mirovatiyê ne.
Herwiha herdu aliyan pîrozbahî û spas û pêznînên xwe arasteyî
Pêşmergeyên Qehreman kirin ku bi dilêrî karîbûn têrorîstên DAIŞê
têkşikandin û êrîşên wan pûç bikin, di despêka civînê de beşdarbûnên civînê
rêz û hurmet jibo giyanên şehîdên şerê li dijî terorê û şehîdên riya azadiya
Kurdistanê kirin.
Civînê ronî da ser qeyranên niha yên Herêma Kurdistanê, di serî de qeyrana
siyasî û çareser kirina qeyrana siyasî ya Herêma Kurdsitanê wek bingehê
çareser kirina qeyranên ewlekarî, abûrî û îdarî zanîn.
Di civînê de herdu alî li ser çendîn xalên serekî jibo çaresr û daxwazên gelê
Kurdsitanê û parastina ezmûna Herêma Kurdistanê kok bûn, tevî çend
nerînên cuda jî lê belê tekezî li ser hevpeymanî û hemahingiya di navbera
herdu aliyan de û di navbera wan û partiyên din de hate kirin, herwiha jibo
pêkanîna van xalan behsa bernameyekî piraktîkî hate kirin jibo asayî kirina
rewşa Herêma Kurdistanê û gihştina hemû aliyan bi yek helwêstî û asayî
kirina parlemen û başkirina asta karên Hikûmeta Herêma Kurdsitanê.




