Elî Bapîr: Sipasiya Tirkiyê kir li ser dijayetiya PKKê

Hewlêr-KDP.info- Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr sipasiya
Tirkiyê kir li ser dijayetîkirina PKKê.
Elî Bapîr di hevdîtinekê de ligel Balyozê Tirkiye li Bexdayê ragihand ku
operasyonên Tirkiye li dijî PKKê nayên wateya zilm û tundiya li hemberî
kurdên wî welatî.
Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê herwiha sipasiya Enqere kir bo piştgiriya
Herêma Kurdistanê.
Derbarê rewşa Bakurê Kurdistanê jî Elî Bapîr ji Faruq Kaymakçî re got
ragihand ku têkoşîna Tirkiye li hemberî PKKê nayê wateya zilm û zordariyê li
hemberî gelê kurd û spasiya Tirkiyê kir li ser dijayetîkirina PKKê.
Çavdêrên siyasî behsa siyaseta niha ya Emîrê Komela Îslamî dikin ku ew
tekez ki ser yekperçeyîya axa Iraqê dike . Ew jî di dema ku piştgîrî li
referanduma Kurdistanê dikir, ew jî di çarçoveya siyaseta Îranê deye ku wek
wan dijayetiya serxwebûna Kurdistanê dike.




