26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Gerdî: Ebadî ligel frakisyonên kurdî dicive..Emê jî gotina xwe bikin

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Cîgirê Serokê Frakisyona PDKê di Encumena Nûnerên Iraqê Tariq Gerdî de ragihand ku biryar e îro frakisyonên kurdistanî derbarê pêkanîna hikûmeteke teknoqrat ligel Serokwezîrê Iraqê bicivin.

 

Tariq Gerdî Cîgirê Serokê Frakisyona PDKê di Encumena Nûnerên Iraqê ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar e îro saet 7ê êvarê frakisyonên kurdistanî ligel Heyder Ebadî bicivin  û tê de gotûbêjan li ser rewşa niha ya Iraqê bi giştî bikin. Herwiha Ebadî dê behsa guhertinên hikûmeta xwe bike, bi pêkanîna hikûmeteke teknokrat.”

 

Gerdî wiha got: “Em dixwazin nas bikin ku dê kes bên guhertin yan dê guhertin di awayê hikûmraniyê de be û heta çi radeyekê dê kurd bên berçavgirtin, ji ber ku % 10ê parlemantoya Iraqê kurd in. Emê jî cî danê nîvro bicivin û emê gotina xwe bikin.”

Nûçeyên têkildar