“Papa ji nêzîk ve duvdaçûnê li ser rewşa Kurdistan û Iraq û navçeyê dike”

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Vatîkan li Iraqê kir û di
wê hevdîtinê de şanda mêvan Papa ji nêzîk ve duvdaçûnê li ser rewşa
Kurdistan û Iraq û navçeyê dike.
Roja şemî 05.03.2016 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma
Kurdistanê pêşwaziya Albert Martin Ortega Balyozê nû yê Vatîkan li Iraqê û
şandekî li gel kir ku ji Metran Beşar Metî Werde Serokê Dêra Katolîkiya
Kildanî ya li Hewlêr û Metran Yohanna Pitros Muşî Metranê Tayîfeya Siryanî
Katolîkî ya Musil û Kurdistanê û Metran Nîqo Dîmos Dawid Metî Şeref
Metranê Tayîfeya Siryanî Ortodoks li Musil û Kurdistanê pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de Balyozê nû yê Vatîkan li Iraqê xweşhaliya xwe ji bo
rexsandina hevdîtinê nîşanda û pîrozbahiya salvegera raperîn û helkeftên
meha Adarê li Serok Barzanî kir û ji bilî balkişandina li ser serdana Serok
Barzanî ya Vatîkanê û peywendiyê taybetî yê di navbera Herêma Kurdistan
û Vatîkanê, silavên Papayê Vatîkanê bi Serok Barzanî ragihand û eve jî
xisterû ku Papa ji nêzîk ve duvdaçûnê li ser rewşa Kurdistan û Iraq û
navçeyê dike.
Her wiha pêzanînên xwe jî ji bo xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebû
ku hejmarekî zêdeyê koçberan bi bê cûdahî himbêz kirine ku ji destê teror û
çewsandinê mal û warên xwe bi cîh hiştine.
Balyozê Vatîkan tekez li ser girîngiya pêkhatên olî kir ku dikarin rolekî mezin
li dirustbûna pêkve jiyan û aramî û aştiyê da bibînin. Her wiha derketina
teror û tundutîjiyê jî bi derfetek jî zanî bo ku ewên bîr li aştî û pêkvejiyanê
dikin li hevdû nêzîk bibin û teşwîq û hana bihayên bilindên mirovayetiyê
bidin.
Li beşekî dinê civînê de şanda mîhvan pesnê qehremaniya Hêzên Pêşmerge
ya li şikestdana terorîstên DAIŞê kir û balkişand li ser gotina Serok Barzanî
ku li Kurdistan hemû pêkhat li mirin û jiyanê da bi serbilindî pêkve dibin û
daxwaz jî kir ku Hêzên Pêşmerge wan navçeyan ji dagîrkeriya terorîstan
rizgar bike.




