Asayişa PYDê li Efrînê berpirsekî PDK-S girt

Efrîn-KDP.info- Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a
Kurdistana Sûriyê (PDKS) Ebdulrehman Apo li bajarê Efrînê ji aliyê asayişa
PYDê ve hat girtin.
PDK-Sê di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên Asayişa PYDê, şeva borî li
bajarê Efrînê, Apo girtine.
PDK-Sê girtina Apo şermezar kir û ji PYDê xwast, demildest wî rayedarê wan
berdin.
Wê partiya Rojavayê Kurdistanê her wiha bang li saziyên navdewletî yên
mafên mirov jî kir, ji bo berdana endamên wan ên ji aliyê PYDê ve hatine
girtin, bixebitin.
Bi girtina Ebdulrehman Apo re, hejmara endam û rayedarên PDK-Sê yên ji
aliyê asayişa Roajvayê Kurdistanê ve hatine girtin, bûn 18.




