Li Raniya 25emîn salvegera Raperîna 1991ê hat bibîranîn

Raniya-KDP.info- Li bajarokê Raniya yê Başûrê Kurdistanê, 25emîn salvegera Raperîna 1991ê hat bibîranîn.
Îro (5ê Adar), li bajarokê Raniya yê Başûrê Kurdistanê, 25emîn salvegera serhildana xelkê bajêr li dijî rêjîma wê demê ya Iraqê hat bibîranîn.
Di merasimê de, nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, berpirsê Devera Raperînê Hemîd Ebdullah, nûnerên partiyan û saziyên sivîl beşdar bûn.
Piştî axaftina Hemîd Ebdullah, mêvanan tacegul danîn ser Bîrdariya Raperînê.
Roja 5ê Adara sala 1991ê xelkê bajarê Raniya û navçeyên derdorê li dijî rêjîma Beis rabûn û bajar rizgar kirin. Pêla raperîna Raniya derbasî deverên din ên Kurdistanê jî bû.
Bajarokên Raniya, Qeladizê, Sengeser û Pişder wek “Devera Raperîn” tê nasîn û bi fermî girêdayî parêzgeha Silêmaniyê ye.




