26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Barzanî bo Pêşmerge: Heta em xwediyê zarokên wekî we bin, herdem şikest ji bo dijminan e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî êrîşa rêxistina terorîst a DAIŞê, li bereya Rojavayê Dîcleyê û Çar rêya Keskê, ji aliyê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve hate têkbirin, bi vê sedemê ji Hêzên Pêşmerge re peyamekî destxweşî weşand.


Ev jî tekesta peyama Serok Barzanî ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Berî nîvroya roja înê 04.03.2016 terorîstên DAIŞê êrîşeke berfireh li ser sengerên polayî yên hêza Pêşmerge ya li eniya Rojavayê Dîcle û li Çarrêya Keskê û Eskî Musil kir.

Spas ji bo xwedayê mezin ew êrîşa terorîstan ji aliyê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve hate têkşikandin û ziyanekî mezin li dijmin dan û Pêşmerge destanekî kêmwêne li beranber terorîstan tomar kir.

Bi helkefta vê serkeftina mezin, pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û hemû Pêşmergeyên qehreman dikim. Spasî Fermande û Pêşmergeyên Eniya Rojavayê Dîcle û Fermandeya Zêrevanî û Fermandeya Dihok û Fermandeya Hêza Piştîvanî û Leşkerê Roj ya Rojava û Hêza Yedek û îhtiyatî ya Rojavayê Dîcle dikim û destxweşiyê li wan dikim ku beşdarî vê serkeftinê bûne û dijmin têkşikandine û hêviya başbûna bi lez ji bo birîndaran dixwazim.

Bi pêwîstî dizanim spasî Hêzên Hevpeymanan bikim ku bi piştevaniya asmanî palpiştê

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûn. Pêzanîneke mina bê sînor ji bo wêrekî û dilêrî û qehremaniya Hêzên Pêşmerge ya li hemû eniyên şerê bergirîkirina li gel û nîştîman heye.

Heta gelê Kurdistanê xwediyê zarok û gedeyên çavnetirs û azayên wekî we bê, herdem serşorî û şikest ji bo dijmin û nehezan dimîne.

Her bimînin ji bo Kurd û Kurdistan û hêviya temendirêjî û serkeftinê ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
04.03.2016
 

Nûçeyên têkildar