26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDKê ji Rojavayê Kurdistanê re federasyon pêşniyar dike

Çavkanî: KDP.info

 

 Hewlêr- KDP.info- Patiya Demokrata Kurdistanê (PDK) derbarê çareseriya kirîza Sûriyê û çarenivîsa Kurd di pêşeroja wî welatî de daxuyaniyek da û tê de piştgîriya xwe bo sîstemek federalî bo Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê anî ziman.

 

PDKê îro pênşemî 3ê Adarê li ser pêşeroja Kurd ên Rojavayê Kurdistanê di Sûriyê de daxuyanî da.

 

 

Di daxuyaniyekê de ku li ser navê peyvdarêkê Polîtboruya PDKê hatiye belavkirin, tê gotin: “Em ji Sûriyê re federaliyê wek baştirîn çareser di vê qonaxê de dibînin , nek tenê bo çareserkirina pirsa Kurd, belku çareseriyek e ku rê li ber bidestxistina asayiş û ewlehiyê ji Sûriyê û deverê re xweş dike.”

 

 

PDK herwiha daxwaz ji hemû hêzên Rojavayê Kurdistanê dike, ku dest ji nakokiyan berdin û yek bigrin.

 

 

PDK wiha dibêje: “Em daxwaz ji hemû partî, hêz û kesatiyên Kurdî yên Kurdistana Sûriyê dikin, hemû xalên nerênî yên navbera xwe bidin aliyekê û yekîtiya Kurdistanî ya navbera xwe bihêz bikin.”

 

 

Di vê daxuyaniyê de PDK amaje bi helwesta xwe li ser kirîza Sûriyê û pirsa Kurd li Rojavayê Kurdistanê dike û radigihîne, ku PDKê pêştir nêrîna xwe ji hemû aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê re aşkere kiriye û ji wan xwastiye, xwe ji tevgerên çekdarî dûr bixin û bo çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyê, daxwaza çareseriya aştiyane û sîstema federalî bikin.

 

 

Di beşeke din de PDK behsa rewşa Sûriyê û pêşhatên kirîza li wî welatî dike û dide xuyakirin, piştî ku Sûriye bû qada rikeberiyên herêmî û navdewletî, civaka navdewletî û Encumena Asayişa Navdewletî û aliyên têkildar di kirîza Sûriyê de çend biryar bo çareserkirina kirîza Sûriyê dan, û mijara avakirina sîstema federasyonê li Sûriyê jî wek mînakek guncaw ket rojevê.

 

 

Li gor daxuyaniyê, civaka navdewletî û aliyên têkildar di şerê Sûriyê de piştgîrî dane hizra sîstemek federal li Sûriyê û zêdebarî wê yekê, ew aliyên siyasî yên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê jî ku pêştir li dijî sîstemek federalî bûn, niha piştevaniya federasyonê dikin.

 

 

PDKê herwiha ragihand, ew pêşwazî li wan pêşketinan dikin ku li Sûriyê û di gotûbêjên bo çareserkirina kirîza li wî welatî çêdibin û tekezî li sere wê yekê jî dike, ku PDK dê her wek berê, di demên niha û pêşerojê de wek piştevanê mafên demokratîk ên gelan û mafên netewî yên gelê Kurd li her cihekê cîhanê bimîne.

 

Nûçeyên têkildar