Nêçîrvan Barzanî û şandeyeke Norvejê rewşa Kurdistanê nirxandin

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li
bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Anîken Hîwtfeldt seroka komîteya karûbarên
derve û bergiriyê li parlamentoya Norvejê û şandeya pê re ku, ji hijmareke
parlamenterên partiyên siyasiyên cuda yên nav parlamentoya Norvejê
pêkhatibû, kir û di civînekê de şandeya mêvan kêfxweşiya xwe li hember
serdana bo Herêma Kurdistanê nîşan da.
Şandeya mêvan helwesta xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê bilind
nirxand ku tevî cenga dijî DAIŞê, xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi
baştirîn awayî aramî û ewlekarîya herêmê parastiye û pêşwazî li hijmareke
gelek zêde ya koçber û penaberan kiriye, hewandine û xizmetgozariyên
pêwîst jê re dabîn kirine.
Şandeya parlamentoya Norvejê diyar ku ku wan di çarçoveya serdanan xwe
ya bo Herêma Kuridstanê de serdana wan bingehên meşiq û rahînanê yên
ku efserên bitecrûbeyên Norvejê meşiq û rahînanê bi hêzên pêşmerge
dikin, kiriye û kêfxweşiya xwe li hember pêşkeftina asta bilinda Pêşmerge
nîşan da û tekîd li ser wê yekê kir ku welatê Norvejê di şerê dijî DAIŞê de dê
li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê berdewam be, û di heman demê de
serkeftinên berdewamên Pêşmerge bi ser terorîstên DAIŞ de bilind
nirxandin.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya xelk û hikûmeta Norvejê kir ji bona wê kevkarî û
alîkariyên berdwam yên pêşkeşî Pêşmergeyê Kurdistanê dikin û bi taybetî
ku hijmarke şareza û pisporên arteşa Norvejê li bingehên meşiq û rahînanê
bi dilsozî meşiq û rahînanê bi hêzên Pêşmergeyê Kurtdistanê dikin. Barzanî
hêvî xwest ku di warê leşkerî û însanî de civaka navdewletî zêdetir alîkariya
Herêma Kurdistanê bike ku her ji sala 2014ê were hikûmeta federala Iraqê
bi biryareke siyasî budceya Herêma Kurdistanê qut kiriye.
Serokwezîrê Kurdistanê ji şandeya mêvan re behsa rewşa navxweyî ya
Herêma Kurdistanê û ew pirsgirêkên vê dawiyê di navbera aliyên siyasiyên
Herêma Kurdistanê de çêbûne kir û hêvî kir ku parlamentoya Norvejê di
warê çareserkirina wan nakokiyan de alîkariya Herêma Kurdistanê bike.
Rewşa Rojhilata Navîn bi giştî û rewşa Îraq û herêma Kurdistanê bi taybetî,
rewşa deverên li jêr destê DAÎŞê, bi taybetî rewşa bajarê Mûsilê ku nêzîkî
herêma Kurdistanê ye û kar û çalakiyên revnda kurd li Norvejê hin mijarên
din yên civînê bûn.




