26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Şebek ji Bexda û PKKê qebûl nakin..Armanca Bexda lêdana referandûmê ye”

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê Kurdên Şebek û Serokê Desteya Şebek ragihand ku ew her bi fermana Serazok Barzanî û Wezareta Pêşmerge tevgerê dikin û ne ji wan be ew fermanê ji ti kesî wernagirin.

Çavdêrekî siyasî ku nexwest navê wî bê eşkerekirin ji malpera KDP.info re ragihand: “Li navçeyên derdora Mûsilê Şebek û Tirkmanên Tileferê niştecih in. Şebek kurdê resen in û Tirkman jî helwesta wan piştgiriyê li Herêma Kurdistanê dikin. Niha Hikûmeta Iraqê dixwaze pişta PKKê bigire ku Îran li pişta wê ye, da ku bi rêya PKKê ve Şebek û Tirkmanan bi aliyê xwe ve bikşînin û wan bikin li dijî Kurdistanê.”

Wî çavdêrî wiha got: “Diyar e Şebek kurdên resen in û ji PKK û Bexda qebûl nakin û Tirkman jî hişyariyê didin Bexdayê ku ew naxwazin bikevin bin destê PKKê de. Armanca Bexda ya rasteqîne bi piştgiriya PKKê ve her bo tevliheviyê ye û lixdarnexistina referandûmê ye, lê Serok Barzanî heta referandûmê lidar nexe dest jê bernade.”

Ji aliyê xwe ve, Salim Şebek Endamê Encumena Nûnerên Iraqê û Nûnerê kurdên Şebek ji malpera KDP.info re ragihand: “Em di hêza Şebek de ligel her biryarekê ne ku Serok Barzanî rabighîne. % 100 em ligel biryarên wî ne û em guh nadin ti aliyekî din. Em îro di şerekî mezin de ne û rûbirûyê rêxistineke terorîstî mezin bûne. DAIŞ pirsgirêkek mezin ji Kurdistan û Iraqê re aniye. Em ji wan aliyan qebûl nakin ku dixwazin kurdên Şebek bo berjewendiyên xwe yên siyasî bikar bînin.”

Salim Şebek hişyariyê dide wî aliyê ku dixwaze destê xwe bixe nav kurdên Şebek û dibêje em fitne û tevliheviyê ji wan qebûl nakin û Şebek girêdayî biryarên Herêm Kurdistanê ye û pêbendî fermanên Kurdistanê ne. Lîwayekî me ser bi Wezareta Pêşmerge ve heye û biryar e fewcekî din ji me re bê dirustkirin.
 

Nûçeyên têkildar