26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dîndar Zîbarî: Hikûmeta Kurdistanê hemû alîkariyek pêşkeşî penaberan kiriye

Çavkanî: KDP.info

Cigerê berpirsiyarê nivîsgeha peywendiyên derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zîbarî ,di navenda nûnertiya herdemî ya Dewletên Yekbûy ya Emrîka li yekîtiya Netewan, li gel palyoza şêwermenda nûnertiya karûbarên mirovehî (Ilîzebês konzêns) civiya.

 

Di hevdîtinê de, li ser rewşa penaberên Sûrî  li Herêma Kurdistanê hat rawestandin,Zîbarî di derbarê hêjmara penaberên ku li herêmê dimînin bi peyanamek pêşkêş kir û diyar kir ku hejmara peneberan li Herêma Kurdistanê ji hêjmara ku dihat goman kirin bêtire û ev rewş metirsiyên cidî bi xwe re tine, ji ber ku zivistan li ber deriye û her çiqas Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariyê ku ji destê wê tê dayî ji bo ku êş û azarên peneberan kêm bike , lê hîn peneber di rewşkî zor û zehmetiyê dane .

 

Zîbarî basa rewşa penaberan kir û amaje bi wê yekê kirk u hikûmeta herêma Kurdistanê bi nûnerayetiya Serok Barzanî hemû piştivanî û alîkariyek pêşkeşî penaberan hatiye kirin. Dibistan bi ziman û pirtukên Erebî ji wan re hatine vekirin, herweha xwendevanên wan di zanko û peymangehên herêma Kurdistanê de hatine wergirtin.

 

Wekîdin Zîbarî eşekere kir ku ji despêka alozîyê ve rêvebiriya Herêmê hewil dida ku hemû alîiyên ber bi çareseriye aştiyane ve bikşîne, ji bo çareser kirne pirsgirêkan û ji pêk anîna tundetujiyê bi dûrkevin ,Herêma Kurdistanê Herdem hewil daye ku alîyekî pozîtîf be, di aloziya de û riyên çareseriyê jêre bêne dêtin, her wiha ev alikariya ku Herêma kurdistanê dide penaberan, bi peywediyên ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi van penabera ve girêdaye û ji  ber rewşa mirovahî û exlaqî ve, ev alîkarî tête kirin.

 

Ji aliyekî din ve Zîbarî tekez kir ku heya niha civaka nav netewî tu alîkarî nedaye Herêmê, ne biriyên rêxistinên navnetewî  û ne ji hêla dewletan ve,tê gotin ku preyeke baş htiye komkirin ji penaberan ,lê heya niha tu tişt negihîştî Herêma Kurdistanê yê ku mîvandariya 40 hezar penaberî zêdetir  dike û tê zanîn ku îmkanên Herêmê di derbare dana alîkariyê de jî kêm in ,ji ber vê çendê pêwîste civaka navnetewî liv û tevgerê bike ku êş û azarên penaberên Sûrî kêm bikin.

 

Ji aliyekî din ve palyoza Konzês ,Dîndar Zîbarî spas kir ji bo agahiyên ku ragihandine, di derbarê penaberên Sûrî li Êraqê û Herêma Kurdistanê û diyar kir ku hikûmeta wê kedên ku ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê tê dayin bi nirx dibînin û ew baş dizanin ku çiqs zext li ser Hikûmetê herêmê heye di vê warê de,her wiha ragihand ku ewê li qada netewên yekgirtî bixebitin  û bi teybet li gel nûnertiya bilind yê karûbarên penaberan ji bo girigiyê bidin Herêma Kurdistanê di warê alîkariya Madî de û wê kar bike ku hevrêziyê dinavbera tima nûnertiya penaberan yê ku li Niyworkê dimînê û birêz Dîndar Zîbarî ve bike,wekî dinjî wê hewil bide ku vê bangê bighînê waşontonê, ji bûna alîkarîkirna penaberên Sûriya`yê bi aweyekî cidî tevger bikin.

 

Nûçeyên têkildar