26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Serok Barzanî ji me re got ewê heta dawiyê li ser çaksaziyê berdewam be”

Çavkanî: KDP.info
 
 
Hewlêr-KDP.info- Palemantereke PDKê ragihand ku Serok Barzanî îro ji wan 
 
re ragihand ku ewê heta xala dawiyê berdewam bin li ser çaksaziyê di nava 
 
PDKê û hikûmetê de.
 
Heyat Mecîd Perxî Parlemantera Kurdistanê ya PDKê ji malpera KDP.info re 
 
ragihand: “Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Frakisyona 
 
PDKê civiya û me jî wek berpirsyaretiya ku dikeve ser milê me, me derbarê 
 
rewşa niha ya Kurdistanê û pêngavên çaksaziyê de 2 rapor dan Serok 
 
Barzanî. Yek ji wan li ser çaksaziya di nava hikûmetê de û ya din jî di nava 
 
PDKê de.”
 
Perxî wiha got: “Serok Barzanî ji me re ragihand ku çaksazî dê di nava PDKê 
 
û hikûmetê de bê kirin  û gelekî bi cidî kar li ser tê kirin. Divê ew pereyên ku 
 
bi rêya gendeliyê bi dest ketine vegerin bo dahata giştî. Ew çaksaziyên ku 
 
Serok Barzanî bi xwe biryar li ser dane pir erênî dibin, ji ber ku rewş wisa 
 
dixwaze ku em zû çaksaziyê bikin.”
 
Wê parlemantera PDKê wiha domand: “Serok Barzanî îro ji wan re ragihand 
 
ku ewê heta xala dawiyê berdewam bin li ser çaksaziyê di nava PDKê û 
 
hikûmetê de û pêwîst e hemû dahat vegerin bo dahata giştî û ew pirose bi 
 
cidî pêşde diçe.”

Nûçeyên têkildar