26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“PKK li dijî serxwebûna aborî ya Herêma Kurdistanê ye”

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Lêkolerekî siyasî behsa rola PKKê dike di 
 
têkdana pêwendiya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de û 
 
di raporekê de bi navê (Gelo girûpa terorîstî ya PKKê dê 
 
pêwendiya aborî ya di navbera Kurdistan û Tirkiyê têk bide?) eşker 
 
dike ku PKk li dijî serxwebûna aborî ya Herêma Kurdistanê ye.
 
Reyçil Evrahem Lêkolerê Siyasî behsa wê yekê ku PKKê boriya 
 
petrola Herêma Kurdistan – Tirkiye teqandiye, ku take çavkaniya 
 
dahat e ji Hikûmeta Kurdistanê re, ji ber ku Bexda para Kurdistanê 
 
ji budceyê Iraqê jê re naşîne.
 
Li gorî çavkaniyên dezgeha Cêruselam Onlayn, Îran li pişt karên 
 
PKKê ye û dixwaze bi wê riyê çavkaniya aboriya Kurdistanê hişk 
 
bike. Boriya Îran – Tirkiye li nêzîkî boriya petrola Kurdistanê ye lê 
 
PKKê tenê boriya Kurdistanê diteqîne.
 
Herwiha Şêwirmenda Serokê Sûriyê Buseyna Şehban di 
 
daxuyaniyekê de gotibû ku, bi alîkariya PYD û Rûsya dê tevahiya 
 
bakurê Sûriyê ji terorîstan paqij bikin, ji dema ku ew hêzên ku li 
 
dijî rêjîma Sûriyê sekinîne wê wek terorîst binav dikin. Nûnerê 
 
Sûriyê di Neteweyên Yekbûyî de Beşar Ceiferî jî dibêje Hikûmeta 
 
Sûriyê piştgiriya kurdên Sûriyê dike, lewma pêwendî di navbera 
 
PKK û Hikûmeta Sûriye û Îranê de tişteke eşkere ye.
 
Beriya niha jî wê dezgehê mijarek li ser pêwendiya wan aliyan 
 
belav kiribû û gotibû PKKê sînorê di navbera Îran û Herêma 
 
Kurdistanê diparêze û rê li pêşiya çalakiyên partiyên Rojhilatê 
 
Kurdistanê digire.
 
Herwiha dibêje, PKKê li dijî kişandina boriya xaza Herêma 
 
Kurdistnê ye bo Tirkiyê, ji be ku dê bibe sedema serxwebûna aborî 
 
ya Herêma Kurdistanê û dê alîkar be bo serxwebûna siyasî ya 
 
Kurdistanê û ew yek jî ne di berjewendiya Îran û dostê wê de ye.
 
Pisporê pirsgirêka Kurdî Dr. Sês Frantzman ragihand: PKK li dijî 
 
pêwendiya di navberaTirkiye û Herêma Kurdistanê de ye, lê 
 
Enqere bûye xeta jiyana aborî ji Kurdistanê re, ji ber ku Bexda pere 
 
û budce ji ser wê qut kiriye. Herwiha PKKê navendên xwe li nava 
 
axa Başûrê Kurdistanê daniye, lewma balafirên Tirkiyê jî ji ber wan 
 
Herêma Kurdistanê bombebaran dike.

Nûçeyên têkildar