26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Yezdanpena: Îro pêwîstiya neteweya kurd bi Barzanî heye..Bila em piştevanê wî bin

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyên PAKê Husên 
 
Yezdanpena ragihand ku tişta ku pêwîst e em di vê yadê de bêjin ew e ku 
 
kurdên herçarperçên Kurdistanê nabe wê yekê jibîr bikin ku ev derfeta ku 
 
niha ji me re hatiye nabe em jidest bidin û eger bi başî sûd jê neyê 
 
wergirtin, dê kesa serkirdeyên me û xwîna şehîdan vala biçin û dê çarenivîsa 
 
neteweya me bi nediyarî bimîne.
 
Husên Yezdanpena Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyên PAKê ji 
 
malpera KDP.info re ragihand: “Ew xebata ku Barzaniyê nemir herî kêm nîv 
 
sedeyê jiyana xwe pê bir, heta radeyekê encamên wê tên bidestxistin, lê hêj 
 
bi temamî bi dawî nehatiye. Pêwîst e em niha destkeftên xwe biparêzin û 
 
hewl û têkoşanê bikin bo ku tişta ku ma ye bi dest bînin.”
 
Yezdanpena wiha got: “Tişta ku pêwîst e em di vê yadê de bêjin ew e ku 
 
kurdên herçarperçên Kurdistanê nabe wê yekê jibîr bikin ku ev derfeta ku 
 
niha ji me re hatiye nabe em jidest bidin û eger bi başî sûd jê neyê 
 
wergirtin, dê kesa serkirdeyên me û xwîna şehîdan vala biçin û dê çarenivîsa 
 
neteweya me bi nediyarî bimîne. Mezintirîn garentî jî ew e ku yekîtiya xwe 
 
biparêzin û bo yek armanc jî xebatê bikin û li pey berjewendiyên hizbî 
 
negerin.”
 
Wî fermandarê pêşmergeyên PAKê ku hevdem Cîgirê Serokê Partiya 
 
Azadiya Kurdistanê ye ragihand: “Pirsgirêka miletê kurd li rojhilata navîn 
 
pirsgirêka ax û sînor û serweriyê ye, pirsgirêka nebûna dewletê ye. Pêwîst e 
 
em hemû hêza xwe bixin xizmeta serxwebûnê û bi dewletbûna Kurdistanê. 
 
Eger em tiştekî din bikin armanca xwe, wê demê em nagihên tiştekî. Lê eger 
 
wek miletekî yekgirtî eger ji wê armancê re kar bikin, bi piştrasî emê bi ser 
 
kevin û dê serdema bindestiya kurd bi dawî were.”
 
Husên Yezdanpena wiha domand: “Bêguman jidestdana serkirdeyekê dîrokî 
 
mîna Barzaniyê nemir ku berhema nîv sede ji xebata kurdî bû, serkirdeyê 
 
şoreşên Barzan bû, yek ji damezrênerên Komara Kurdistan bû, xwediyê 
 
destana dîrokî ya Aras bû, serkirdeyê Şoreşa Îlonê bû, jidestana wî bo 
 
neteweya kurd ziyaneke mezin bû. Îro pêwîstiya neteweya kurd bi Serok 
 
Barzanî heye. Bila em piştevanê wî bin da ku bikaribin bi piştevaniyê 
 
armancên xwe bidest bînin û destkeftên xwe biparêzin.”

Nûçeyên têkildar