Qayîmqamê Şingalê: Me tedbîrên yasayî standine..PKKê ji navendên hikûmî dernakeve

Şingal-KDP.info- Qayîmeqamê bajarokê Şingalê ragihand ku heta niha PKK
ne amade ye ku ji navendên hikûmî yên Şingalê derkeve, lewma wan
tedbîrên yasayî standine.
Mehma Xelîl Qayîmeqamê Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta
niha PKKê çend navendên hikûmî yên Şingalê dagîr kiriye û naxwaze ji wan
derkeve. Her car dibêjin emê derkevin lê derew derdikeve û hêceta wê yekê
tînin ku pêwîst e Bexda ji wan re bêje derkevin, ji ber ku wek ew dibêjin ew
ser bi Bexda ve ne.”
Xelîl wiha got: “Me tedbîrên yasayî li hember PKKê standine û Encumena
Parêzgeha Mûsilê jî fermanek daye û tê de Bexda tometbar kirine ku PKK
wan navendan vala nake.”
Qayîmqamê Şingalê rexne li Hikûmeta Iraqê jî kir ku heta niha ti pêngav
navêtiyr bo ku dîsa Şingal bê avakirin û tenê nava Şingalê hatiye paqijkirin û
ew jî li ser erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye.




