Hindistan peykerê Barzanî li tenişt peykerê Xandî û Mandêla datîne

Hewlêr-KDP.info- Îro 1ê Adarê wê peykerê Şoreger û Kesyetiya
Rêzgarîxwazê Kurdistanê Nemir Mela Mistefa Barzanî wê li mozexaneyekê li
welatê Hidistanê were danîn.
Rêverê merasîma danîna peykerê Nemir Mistefa Barzanî Hekar Findî ji
Hindistanê ji BasNews re ragehand: “Wê îro 1 Adarê piştî nîvro li Mombay li
hotêla Ovro merasîma rakirina perdê ji ser peykerê Barzanî birêve biçe.”
Hekar Fendî ew jî eşkere kir peykerê Barzanî ji aliyê xwendevanekî Kurd
binavê Celal Ehmed ku li Hindistanê dixwîne hatiye saz kirin û sibe wê ew
peyker li mozexana Wakis li Mombay were danîn, ev peyker wek simbolek
Kurdî ji mûmê hatiye durst kirin, tê de Mistefa Barzanî li ser pê westiyaye û
cilên Kurdî libere.
Findî got: “Li vê mozexana ku wê peykerê Barzanî li were danîn, herwiha
peykerê Rêberê Serxwebûna Hindistanê Xandî, peykerê Nêlson Mandêla û
çendîn kesayetiyên din lê hene.”
Navborî ragehand ku, wê di vê merasîmê de Wezîrê Navxwe yê Hindistanê
û Parlementarên Brîtanya û çend berpirsên pilebilind ên Hindistanê û
revenda kurdî jî beşdar bibin.




