PAK: Azadiya Kurdistanê dê xelata herî mezin be ji bo Barzaniyê nemir

Amed-KDP.info- Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) a Bakurê Kurdistanê, bi
helkefta 37emîn salvegera wefata Mela Mistefa Barzanî, peyamek belav kir.
Îro, 1ê Adarê ye û 37emîn salvegera wefata Mela Mistea Barzanî. PAKê bi
vê helkeftê peyamek belav kiriye û ragihandiye, Mela Mistefa Barzanî
rêberekî dîrokî û mezin ê Kurdistanê û kurdan e û azadiya Kurdistanê dê
bibe xelata herî mezin ji bo Barzanî.
Peyama PAKê bi helkefta salvegera wefata Barzanî:
Mela Mistefa Barzaniyê nemir, rêberekî miletê Kurd û Kurdistanê yê dîrokî
ye. Ew di 14.03.1903 de ji dayîk bûye û di roja 01.03.1979 de çûye ser
dilovanîya xwe. Ango Adara îsal, 113mîn salvegera jidayîkbûna wî û
37emîn salvegera wefata wî ye.
Mela Mistefa Barzanî, bi rêbaz û xebat û têkoşîna Şêx Ebdulselam Barzanî û
Şêx Ehmed Barzanî û di medreseya welatperweriya wan de perwerde
bûye. Rêbaza Barzaniyê nemir, berdewamiya rêbaza Rêxistina Azadî ya
Xalid Begê Cibrî, ya Xoybûnê, ya Komara Kurdistanê ye. Ew berdewamiya
doza Şêx Seîd, Seyîd Riza, îhsan Nûrî û Qazî Mihemed e.
Xebat û têkoşîna Mela Mistefa Barzanî îro jî ji bo hemû Kurdên cîhanê cîhê
rêz û hêviyê ye. Mela Mistefa Barzanî, pêşmergeyek bû, serfermandarek bû,
rêberek bû. Di qada navneteweyî de cîhekî xwe yê girîng hebû. Serokê
partiya xwe , yê miletê xwe, yê welatê xwe bû. Xebat û têkoşîna wî xebat û
têkoşîna me ye. Azadiya Kurdistanê dê xelata herî mezin be ji bo Barzaniyê
nemir”.




