26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Em pêbendî pêngavên çaksaziyê ne..Baweriya Kurdistanê bi diyalogê heye

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan 
 
Barzanî, li gel balyozê Yekitiya Ewrûpa(YE) yê Iraqê li ser gohertinên dawî û 
 
pirsgirêkên siyasî yên Iraq û Herêma Kurdistanê di hevdîtinekê de gotûbêj 
 
kirin.
 
Îro serê sibê 29.02.2016 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 
 
pêşwazî li balyozê YE yê Iraqê Patrick Simone û şande ya li gel ku pêkdihat ji 
 
Cîgirê balyoz û berpirsê bûroya YE ya li Hewlêrê hevdîtin pêkanî.
 
Di hevdîtinê de Simone kêfxweşiya xwe ya serdana Herêma Kurdistanê anî 
 
ziman û balkêşa ser asta peyvendiyên dinava Herêma Kurdistanê û YE. Her 
 
di vê derbarê de ji ber alîkarî û hemahengiya wan spasiya Hikûmeta Herêma 
 
Kurdistanê kir. Peyama piştgirî û piştîwaniya YE ya ji bo Herêma Kurdistanê 
 
diyar kir û bi kurte puxteyek li ser erk û çalakiyên şanda YE ya li Herêma 
 
Kurdistan û Iraqê jî ronî kir.
 
Herwaha amaje bi vê kir ku, di nêzîkde agahdarê rewşa Herêma Kurdistanê 
 
ne. rola gel û hikûmet û Pêşmergeyên Kurdistanê û hemberhev hatina li gel 
 
terorîstên DAIŞê û himbêzkirina hejmarekî pir zêde koçberên ku ji terorîstan 
 
rewîni û di wan hemû mijaran de diyar kir; Emê rewşa herêma Kurdistanê li 
 
berçav bigrin.  herwaha diyar kir piştî ku serdana herêma Kurdistanê kiriye, 
 
tişta ku ji bo wî zelal buye ew jî metirsiya herî mezin a li pêş Kurdistanê krîza 
 
darayî ye
 
Ji aliyê xweve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya 
 
destbi karkirina balyozê YE li Iraqê kir û hêviya serkeftinê xwest û 
 
amadebuna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya her aliyekê de alîkarî û 
 
hemkariyê destnîşan kir. Piştre jî puxteyek li ser rewşa Herêma Kurdistanê û 
 
bi taybetî ew buyerên ku hatine jiyan kirin anî ziman û ji wan jî birîna beşa 
 
budceya Herêma Kurdistanê ku ji aliyê Bexdayê ve hatiye qutkirin, şer ê 
 
terorîstên DAIŞê, hatina pirzêde penaberên ji terorîstan rewîni ji bo Herêma 
 
Kurdistanê û daketina berçav nirxê neftê û wan hemû buyerana bandorekî 
 
xirap û nerênî li ser rewşa Herêma Kurdistanê kiriye. 
 
Herwaha amaje bi girêdayî mayîna hikûmeta ya rêkar û çaksaziyan kir, ku di 
 
derbasbuna li krîza darayî de hatine destnîşan kirin û bi vê armancê jî 
 
hikûmeta Herêm hêvî dike ku civaka navnetewî bi giştî û bi taybet jî dost û 
 
hevpeymanên Herêma Kurdistanê alîkar bin û rastbîn li rewşa Herêma 
 
Kurdistanê binêrin.
 
Di beşekî din ê axaftina xwe de Nêçîrvan Barzanî li ser pirsgirêkên ku dinava 
 
Hewlêr û Bexdayê de hatine helavîstin ango cemidandin nirxandin kir û 
 
diyar kir; eger Bexda daxwaza rast ya çareserkirina pirsgirêkan hebe, 
 
hikûmeta Herêma Kurdistanê jî baweriyekî bi temamî heye ku bi rêya 
 
diyalog çareserî ji bo hemû pirsgirêkan vê bê dîtin û bi taybetî jî di vê rewşa 
 
ku heyî de her dû alî jî rastî krîza darayî hatine.
 
Herwaha diyar kir pêwîste civaka Navnetewî beşa Herêma Kurdistanê ya 
 
deyna pêşewazî bike ku ewên hikûmeta Iraqê dide.

Nûçeyên têkildar