26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kar li ser pirsa bikaranîna çekên kîmyayî li dijî Pêşmerge tê kirin

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge ragihand ku ew 
 
berdewam in li ser lêkolînê li ser bikaranîna çekên kîmyayî li dijî Hêzên 
 
Pêşmerge û ew pirs dê were berfirehtirkirin, ji ber ku metrisiyeke mezin e 
 
ku çekên kîmyayî têkevin destê DAIŞê de.
 
Necat Elî Berpirsê Eniya Mexmûrê ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêwîst 
 
e berdewam em kar li ser pirsa bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê DAIŞê ve 
 
bikin, ji ber ku cihê metrsiyê ye ku hêzeke mina DAIŞê ew çek têkeve destê 
 
wan de û girîng e jî ku civaka navdewletî wê yekê fêm bike ku tişta ku Hêzên 
 
Pêşmerge kiriye, dûrxistina metrsiyeke mezin e ji ser Iraq û navçeyê bi giştî 
 
ye, ji ber ku eger ji destê DAIŞê bê dê ji komkujiyên ku kiriye zêdetir bike.”
 
Jêmis Klaper Rêveberê Giştî yê Dezgeha Hewalgîrî ya Amerîka di destpêka 
 
meha 2ê de ji Kongireyê re gotiye ku DAIŞ çekên kîmyayî li Iraq û Sûriyê jî 
 
bikar aniye.
 
Hevdem ajansa Monîter amaje bi wê yekê kiriye ku berpirsên kurd ligel 
 
hêzên navdewletî bi rêveberiya Amerîka kar dikin bow ê yekê ku bizanin 
 
terorîstên DAIŞê çekên kîmyayî li Şingalê li dijî Hêzên Pêşmerge bikaranîne

Nûçeyên têkildar