26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî: Ezê ji xwe ve dest bi çaksaziyê bikim

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî behsa çaksaziya di nava partiya xwe û hikûmetê de kir û diyar dike ewê ji xwe ve dest bi çaksaziyê bike.

Li gor nûçeya rojnameya Hewlêr piştî civîna Encumena Rêveberiya PDKê, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê PDKê Mesûd Barzanî, amaje bi cidiyeta bernameya çaksaziya îdarî û darayî ya di rêzên PDKê û li saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê de destnîşan kiriye.

Di civînê de Serokê Herêma Kurdistanê aşkera kiriye ku: ‘’Tu kes, dezgeh û sazî li derveyî lêpirsîn û pêdaçûn û bidûkevtinê de nîne. Ji bo cîbicihkirina dadperwerî û zelaliyê û herwaha çareseriya pirsgirêkan çi pêwîst be dê bête kirin.’’

Herwaha di heman demê de Serok Barzanî gotiye: ‘Ezê ji xwe ve dest bi çaksaziyê bikim.’’

 

Nûçeyên têkildar