Asayişa: Kesî gule bernedane malbenda YNKê..Rewşa Hewlêrê aram e

Hewlêr-KDP.info- Birêveberiya Asayişa Hewlêr ji welatiyên Hewlêrê re tekez dike ku rewşa ewlekariya paytextê aram e û dezgehên ewlekariyê bi pîşeyî karên xwe dikin jibo parastina mal û milkên welatiyan. Herwiha tekez kir ku kesî gule bernedane malbenda YNKê.
Malbenda 3 a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) amje bi wê yekê kiribû ku di şeven 22 û 26 Sibatê teqe li li baregehên me hatine kirin, di herdu rûdawan de ti teqe li baregehên YNKê li Hewlêrê nehatine kirin, lê belê di şeva 22 Sibatê de du kesan bi nave (L.M.N) û (A.F.N) di encama durûstbûna pirsgirêkekê di nav wan de li pêşiya mêvanxana Gardînya teq li hev kirin û piştre ew kesanan ji aliyê polîsê Hewlêrê hatin destgîr kirin.
Di rûdawa duyem de 25 Sibatê kesek bi nave (H.M) ku serxweş bû li pêşiya heman mêvanxaneyê teqe kirin, ew dever jî dikeve nêzîkî melbendê 3 ê YNKê, pasewanên malbendê jî di herdu rûdawan de piştî ku dengê teqeyan kirin gelek fîşek bi hewa ve berdan.
Di herdu rûdawan de pêngavên yasayî û pêwîst hatin kirin û tawanbar jî hatin destgîr kirin, da rûdawên bi rengî carek din rûnedin.




