Konsulê Siûdiyê li Hewlêrê: Pêşmerge pêşeng in di eniya li dijî terorê de

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
pêşwaziya Dr. Ebidulmunim Ebidulrehman Mehmûd Konsulê Giştiyê
Şanişîna Erebistana Suidiya li Hewlêrê û şandeka pê re kir.
Li hevdîtinekê Konsulê Suidiya supasya pêşwaziya germ ya Hikûmet û aliyên
têkildarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo karê Kunsulxaneya welatî wî li
Hewlêrê kir û hêvî xwast ku bibe pirek navbera Herêma Kurdistanê û welatê
wî ji bo perepêdan û bi hêzkirina têkliyên navbera herdu aliyan.
Derbarê rolê Pêşmerge li şerê dijî terorîstên DAIŞê jî xuyakir Pêşmergeyên
Kurdistanê li şerê dijî terorê pêşeng in û pêdagirî li ser vê yekê kir ku
Pêşmerge cihê şanaziya Kurdistanê û hevpeymanya navdewletiya şerê dijî
DAIŞê ye.
Konsulê Suidiya derbarê rewşa koçber û penberam li Herêma Kurdistanê
xuyakir welatî wî li çarçoveya pirogirama xêrxwaziyê dixwaze alîkariya
koçberên Îraqê li Herêma Kurdistanê bide û bo vê yekê jî digel aliyên
têkildarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peywendiyê de ye.
Her wiha got handana sermayedar û xudankarên Suidiya ji bo karkirin li
Herêma Kurdistanê li servey karên konsulxaneya wan li Hewlêrê dibe,bo vê
yekî bihên li Herêma kurdstaên sermayedariyê bikin û beşdarê piroseya
weber înanê û bi hêzkirina têkliyên bazrganî navbera Herêma Kurdistanê û
Suidiya bibin,bi taybetî ku Herêma Kurdistanê derfeteka baş ji bo
geştiyariyê heye û bazirganên Suidiya jî dixwazn di vê sektorê de kar bikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya dest bi karbûna yekem konsulê
Suidiya li Hewlêrê kir û hêviya serketinê jê re xwast.
Her wiha kêfxweşiya xwe jî derheq pirogirama karê Konsulxaneya Suidiya li
Herêma Kurdistanê nîşanda û pêdagirî li ser vê yekê kir ku derfeta weber
înanê bo xwedîkar û bizinsmenên Suidiya li Herêma Kurdistanê vekiriye û
dikarin li sektorên pîşesazî,geştiyarî û çandin û kertên din li Herêma
Kurdistanê sermayeguzariyê bikin û beşdarê avakirina jêrxana abûriya
Herêma Kurdistanê bibin.
Her du aliyan li dawiya vê hevdîtinê nirxandina têkliyên navbera Hewlêr û
Bexdayê û her wiha Herêma Kurdistanê û Îraqê bi gştî tevî şanşîna Suidiya
kirin û pêdagirî li ser pêwîstiya bi hêz kirina têkliyan kirin.




