26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Komara Çîk: Emê berdewam bin li ser piştgiriya Hêzên Pêşmerge

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Konsola Giştî ya Komara Çîk li

Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan tekez li wê yekê kir ku

Komara Çîk dê li ser piştgirîkirina Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge de

berdewam be.

Roja yekşem 28.02.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma

Kurdistanê pêşwaziya xanima Êva Dirdakova Konsola Giştî ya Komara Çîk li

Hewlêrê kir.

 

Li hevdîtinê de Konsola Giştî ya Komara Çîk li Hewlêrê ku bi mebesta xwe

nasandinê serdana Serok Barzanî kir, pesnê rola Serok Barzanî ya proseya

siyasiya Iraq û navçeyê û serkirdayetîkirina şerê dijî DAIŞê kir.

Her wiha ji bilî balkişandina serdana sala derbasbûyî ya Serok Barzanî li

welatê wan xweşhaliya xwe jî bi wê yekê derbirî ku gelê Kurdistanê xwe bi

dost û nêzîkî gelê Çîk dizanin.

 

Konsola Giştî ya Komara Çîk li Hewlêr li dirêjiya axaftina xwe de tekez li wê

yekê kir ku Komara Çîk li palpiştîkirina Herêma Kurdistanê û Pêşmerge de

berdewam dibe û Serok Barzanî ji biryarên Hikûmeta welatê xwe yên

pêşkêşkirina hevkariyên serbazî û dabînkirina yarmetiyên pizîşkî ji bo

Pêşmergeyan û her wiha koçberan û yarmetîdana zanistî û teknîkî yên li

warên gorên bi kom û pizîşkiya dadî de agahdar kir.

 

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina Konsola Giştî ya Komara Çek kir û

hêviya serkeftinê ji erk û karên wî de xwest û spasî gel û Hikûmeta Komara

Çîk kir ku palpiştê gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmergene û daxwaz jî kir

dostayetiya gelê Kurdistanê û gelê Komara Çîk kûrtir bibê

Nûçeyên têkildar