“Gelek dosêtên Kurdistanê li Ewropa hene..Pêwendiyeke taybet di navbera me û Kurdistan de heye”

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Yekîtiya Ewrupa li
Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan ragihand ku, Yekîtiya Ewropa
peywendiyekî taybetî li gel Herêma Kurdistanê da heye û li berfirehtirkirina
wan peywendiyan da berdewam dibe. Herwiha da zanîn ku, gelek dosêtên
gelê Kurdistanê li Ewropa hene.
Roja yekşem 28.02.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma
Kurdistanê pêşwaziya Patrîck Sîmont Balyozê nû yê Yekîtiya Ewropa li Iraqê
û şandekî li gel kir.
Li hevdîtinê de ku Balyozê nû yê Yekîtiya Ewropa li Iraqê bi mebesta xwe
nasandin û agahdarbûna ji siyaseta Serok Barzanî ya li ser pêşhatên siyasî
serdana Serok Barzanî kir, ji bilî balkişandina li ser wê yekê ku gelê
Kurdistanê li Ewropa dosteke xwe yê zêde heye, ragihand ku Yekîtiya
Ewropa peywendiyekî taybetî li gel Herêma Kurdistanê da heye û li
berfirehtirkirina wan peywendiyan da berdewam dibe.
Her wiha eve jî xisterû ku Yekîtiya Ewrupa pêzanînên xwe ji bo awayê
pêşkeftin û wê jîngeha dostaneya ku ji bo çalakiyên aborî li Kurdistanê da
pêkhatiye kir û pesnê rol û azayetî û qehremaniya hêzên Pêşmergeyên
Kurdistanê ya li rûbirûbûna terorîstan kir û eve jî bi Serok Barzanî ragihand
ku Yekîtiya Ewrupa ji vê rewşa dijwara aboriya ku bi sedema xerciyên şer û
hewandina koçberan û dabezîna nirxa neft li Herêma Kurdistanê da
pêkhatiye têdigihe û Serok Barzanî jî ji hewlên Yekîtiya Ewrupa yên ji bo
peydakirina çareseriyeke yarmetîdana darayî ya Herêma Kurdistanê
agahdar kir.
Li beranber da Serok Barzanî li erk û karê wî yê nû da hêviya serkeftinê ji bo
Balyozê nû yê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê xwest û li axaftina xwe de behsa
hereşeya teror û tundrewî ya li ser cîhanê kir û ji bilî wê balkişand li ser
xweragirî û serkeftinên Pêşmerge ronahî xiste ser wan têçûnên mirovî û
aboriya ku li encama şer û hatina koçberan û dabezîna nirxa neft ruyê
Herêma Kurdistanê girtiye.
Serok Barzanî eve jî xisterû ku civaka navdewletî û Hikûmeta Iraqê li
yarmetîdana Herêma Kurdistanê ya koçberan kar bi pabendbûna xwe
nekirine. Serok Barzanî balkişand li ser qeyrana darayî ya Herêma
Kurdistanê û behsa wan hengavan jî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji
bo çareserkirina qeyranê pêkaniye.
Her li vê kombûnê da di derbarê paşaroja Iraqê û mafên gelê Kurdistanê de
danustandina bîr û ramanan kirin û Balyozê nû yê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê
tekez li wê yekê kir ku aramî û pêşketina Kurdistanê ji bo Yekîtiya Ewrupa
gelek girînge û her dû alî li ser ewe hevre bûn ku li ser pirsên siyasiyên niha
li peywendiyên berdewam da dibin.




