National Interest: Sala 2016 dê sala cudabûna Kurdistanê be ji Iraqê?

Hewlêr-KDP.info- Malpera National Interest derbarê serxwebûna
Kurdistanê de û cudabûna wê ji Iraqê raporek belv kiriye û tê de dibêje,
Serok Barzanî bi eşker ragihandiye ku dema referanduma diyrkirina
çarenivîsa Kurdistanê heye, lê di heman demê de jî gotiye ku, ev yek nayê
wê wateyê ku piştî referandumê dê di cih de dewleta serbixwe bê
ragihandin, lê belê ew referandum dê daxwaza rasteqîne ya xelkê nîşan
bide.
Malpera National Interest behsa wê yekê dike ku Serok Barzanî li sala 2014ê
de daxwaza referandumê kiribû û biryar bû parlemento demek ji
referandumê re diyar kiriba, lê şerê DAIŞê ew pirose paş xist. Şerê DAIŞê jî
baştir ji her referandumekê wêneyê kurdistaneke serbixwe nîşanî hemû
dinyayê da û Herêm Kurdistanê bi tenê û bi bê Bexdayê ew şer kir û bi
awayekî serbixwe.
Malpera National Interest ragihand: “Derbarê Kurdistanê û serxwebûna wê,
ew pirose bê pirsgirêk nabe. Me hevpeyvînek ligel Berpirsê Navenda
Lêkolînên Pêşxistina Kurdistanê Sero Qadir pêk anî û wî jî ragihand ku,
referandum pêwendîdar e ligel serxwebûna Kurdistanê, lê bi baweriya min
em dikarin bê referandumê jî serxwebûna xwe rabighînin.”
40 welat dê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin
Sero Qadir ji National Interest re gotiye: “Dema Serok Barzanî behsa
referandumê dike, ji bo wê yekê ye ku hemû aliyên siyasî yekdeng bin, ji ber
ku di vê piroseyê de Serok Barzanî ji ber pêgeha xwe, pir bihêztir dikare ligel
Iraq û civaka navdewletî reftarê bike.”
Herwiha Sero Qadin ji wê malperê re ragihandiye: “Sala 2016ê dê Kurdistan
serbixwe be û dê hersê welatê Îsraîl û Siûdiye û Fransa bi fermî îtîrafê pê
bikin û herwiha tê pêşbînîkirin ku 40 welatên din jî piştgiriya serxwebûna
Kurdistanê bikin.”
Serxwebûna Kurdistanê ne li dijî destura Iraqê ye jî
National Interest li ser zimanê Serokê Berê yê Parlemantoya Kurdistanê û
Fermandarê Pêşmerge Kemal Kerkûkî dibêje: “Diyarkirina çarenivîsê mafekî
siruştî ye yê her neteweyekê û yasaya navdewletî û peymanameyên
Neteweyên Yekbûyî û mafê mirovan li ser yekdeng in, ji ber ku mafekî rewa
ye.”
Kemal Kerkûkî ragihandiye: “Serxwebûna Kurdistanê ne li dijî destura Iraqê
ye jî, wek ku Bexda îdia dike, ji ber ku destura Iraqê dibêje pêkhatên Iraqê bi
razîbûna xwe di çarçoveya Iraqê de mane, bi wê wateyê ku dikarin di nava
Iraqeke yekperçeyî de nemîne.”




