26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bereya piştgiriya li Serok Barzanî berfireh dibe

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Frakisyona PDKê ya Parlemantoya Kurdistanê 
 
ragihand ku hewlekî cidî heye bo piştgîrî li biryarên Serok Barzanî yên 
 
çaksaziyê, da ku qonaxa çaksaziyê li Kurdistanê pêngavên baş û mezin 
 
bavêje. Herwiha dibêje civîna frakisyona wan îro li ser diyarkirina 
 
mekanîzmekê ye bo qonaxên çaksaziyê.
 
Dr. Mihemed Elî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro di civîna xwe de emê 
 
kar li ser dîtina mîkanîzmekê bikin bo biryarên Serok Barzanî derbarê 
 
çaksaziyê di dezgehên hizbî û hikûmî de û em dixwazin bi gotûbêjê ligel 
 
frakisyonên û aliyên din ên Kurdistanê dest bi kampanyayeke berfireh bo 
 
piştgirî li biryarên Serok Barzanî bikin.”
 
Dr. Mihemed da zanîn ku, ewê îro biryarê li ser çawaniya karkirina biryarên 
 
Serok Barzanî bidin.
 
Herwiha Berdevkê Frakisyona PDKê got jî, ji ber biryarên çaksaziyê di nava 
 
hikûmet û PDKê de, hêviyeke mezin ji xelkê re vegerandiye û bo çawaniya 
 
cîbicîkirina wan biryaran jî hikûmetê hemû piştevanî û amadekariyên xwe 
 
ragihandiye.

Nûçeyên têkildar