Ji ber navendên PKKê, zêdetirî 2 milyar dînar ziyan gihîştiye wan

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Encumena Parêzgeha Dihokê ragihand ku,
zêdetirî 20 salî ye ku xelkê devera sînorê parêzgeha Dihokê ji ber navendên
PKKê nikarîne vegerin ser gund û mal û milkên xwe û ji ber wan navendan
zêdetirî 2 milyar dînar ziyan gihîştiye wan.
Rizgar Sidqî Endamê Encumena Parêzgeha Dihokê ji malpera KDP.info re
ragihand: “Encumena me 3 komîte pêk anîne bo pêdeçûn û lêkolînê li ser
wan ziyanên ku gihîştine wan gundan, bi taybetî gundên sînorî ku ji ber
topbaranê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve bi hênceta hebûna wan navendan ziyan
dîtine.”
Sidqî wiha got: “Ev zêdetirî 22 salan e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê
nikarî ye ku wek pêwîst xizmetê bigihîme wan navçeyên, ew jî ji ber
navendên PKKê û rêgirtina wan ku vegerin devera xwe, herwiha rêgirtin li
Hikûmeta Kurdistanê bo gihandin xizmetan bo 190 gundên wê deverê.”
Serokê Komîteya Pêdeçênê ragihand ku, ji sala 2015ê ve zêdetirî 70 gund ji
ber hebûna navendên PKKê li wê deverê bi tundî hatine bombebarankirin û
ziyaneke mezin gihîştiye wan gundan, ku zêdetirî 2 milyar dînar e. Derbarê
wan ziyan jî me rapor amade kirine û dane aliyên pêwendîdar û em
berdewam in jî li ser pêdeçûna xwe.




