Encumena Serokatiya PDKê: Em amade ne bo biryarên Serok Barzanî yên çaksaziyê

Hewlêr-KDP.info- Bi serperiştiya Serok Barzanî, Encumena Serokatiya PDKê
civiya û di civînê de jî derbarê biryarên Serok Barzanî yên çaksaziyê de jî,
gotûbêj hatin kirin û encumenê ragihand ku ew ji wan biryara re amade ne
û dê pêbendî wan bibin.
Ev jî tekesta daxuyaniya Encumena Serokatiya PDKê ye:
“Bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî civîna neasayî û berfireh ya Encumena
Serkirdatiya PDKê hat lidarxistin û çendîn gotûbêj li ser hatin kirin û
biryarên pêwîst hatin dan.
Di destpêka civînê de, derbarê serdana serkeftî ya Serok Barzanî bo
Almanya û beşdarîkirina wî di konferansa Asayişa Cîhanî ya Mûnîxê de
gotûbêj hatin kirin û encamên wê jî baş hatin dîtin.
Ji aliyeke din ve, gotûbêj li ser rewşa navçeyê û Iraqê bi giştî û rewşa
navxwe bi taybetî hat kirin û eger û pêşhatên wê jî hatin behskirin û amaje
bi pêngavên pêwîst hatin kirin bo xweamadekirin ji her eger û bûyeran re.
Herwiha civînê, hin pirs û guhertinên pêwîst di nava PDKê de gotûbêj kir, ku
beşek jê hatine dîrasekirin û yên din jî pêwîst e bên dîrasekirin, da ku di
pêşerojeke nêzîk de werin bicihkirin.
Di mijara dawî ya civînê de, derbarê biryarên Serok Barzanî yên çaksaziyê
de jî, çi ji aliyê çaksaziyên hikûmetê de û çi ji aliyê nav PDKê de, gotûbêj
hatin kirin û encumenê ragihand ku ew ji wan biryara re amade ne û dê
pêbendî wan bibin. Herwiha behsa pêngavên wê hatin kirin.
Di dawiya civînê de, rola Hêzên Pêşmergeyên mêrxas ên Kurdistanê bilind
hat nirxandin û silav ji malbatên serbilind ên şehîdên Kurdistanê re hat
şandin.”




