Nêçîrvan Barzanî: Nêzîk emê dest bi dana mûçeyê meha 2ê bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
ragihand ku, rawestandina hinardekirina petrolê bandor li ser dahata
Herêma Kurdistanê kiriye, lê ewê nêzîk dest bi dabeşkirina mûçeyê meha 2ê
bikin û hêj pêbend in bi soza ku dane mamosteyan.
Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê red dike ku
rawestana petrola Kurdistanê bandorê li dabeşkirina mûçeyê meha 2ê bike.
Serokwezîr di kongireyeke rojnamevanî de ragihand: “Rast e rawestandina
petrolê bi giştî bandore li dahata Herêma Kurdistanê dike, lê me soz daye
ku mûçeyê meha 2ê dabeş bikin û nêzîk emê dest pê bikin.”
Herwiha derbarê teqandina boriya petrola Kurdistanê bo bendera Ceyhanê,
Barzanî ragihand: “Operasyoneke leşkerî li wê herêma Bakurê Kurdistanê
heye, lê em nikarin bi piştrastî bêjin hatiye teqandin, lê diyar e borî hatiye
qulkirin bo dizîna petrolê.”
Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Eger pirsyar ew e ku gelo ez dikarim piştrast
bikim ku porî ji aliyê PKKê ve hatiye teqandin? Ez dibêjim, na ez nikarim
piştrast bikim.”
Herwiha derbarê civîna di navbera PDK û YNKê de, Cîgirê Serokê Gişî yê
PDKê Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Emê hefteya bê ligel YNKê bicivin.”




